Hefta borî bi pêşketina DAIŞê ya li Kobanê Kurdên li herêmê ji nû ve hatin rojeva cihanê. Hewceye ku pêşî ev bê gotin: tûndiyê kî bi kîjan armancê bi kar tîne bila bîne, kesên ku tûndiyê bi kar tînin di kîjan bawerî û ramanê de dibin bila bibin, her cureyê tundiyê xirap û nebaş e. Tûndî tu car rêbazeke ku bê şopandin nîn e û ji bo mirovatiyê bela ye. Lêbelê dema ku rûdan û geşedanên ku di rojên dawî de pêk hatin dinirxînin hin rastiyan dibînin. Ewilî, ji roja ku li dijî DAIŞê qala operasyonê hat kirin û vir de di çapemeniya Rojava de PKK/YPG wek leheng hatin nişan dan. Hemû dinya jî nerastbûna van çîrokan dît. Hat îspatkirin ku hin şîrovkerên siyasetê yên ku dixwastin li dijî DAIŞê PKK bê çekdarkirin, çiqas şaş û tneg difikirin.
PKK rêxistineke terorî ya ku bi salane li Tirkiyeyê li dijî artêşê şer dike, bi pûsû û awayekî veşartî leşkeran dikuje û bi vî awayî hebûna xwe berdewam dike, ye. PKK dema ku bi DAIŞê ku li gor wê şerê gerîlayê dike re hat hemberî hev bi tenê reviya. Ji xeynî vê tu tişt ji destê wê nehat. PKK û YPG li Kobanê nêzî 100 gund vala kirin û li dû xwe jin, zarok, nexweş, kalmêr û jinepîr hîştin û reviyan. Rojava divê ji ber vê tirsonekiya PKK û YPGê li ser hin mijaran ji nû ve bifikir e.
Li hemberî êrîşên DAIŞê stargeha tek ya Kurdên Sûriyeyê Tirkiye ye. Ewropa di sala 2013’an de çiqas penaber qebûl kiribe, Tirkiyeyê di nav 2 rojên dawî de ji wê hejmarê zêdetir koçber ezimandin. Tirkiyeyê heta niha ji bo nêzî 2 milyon koçberan deriyên xwe vekirin, di rojên pêş me de jî ev hejmar dê zêdetir bibe.
Dema ku Tirkiye bi şewqet û merhemet bêcudahiya ol, netewe û ziman deriyên xwe ji bo hemû mezlûman vedikirin, alîgirên PKKê jî leşkerên Tirk didan ber keviran. Alîgir û sempatîzanên PKKê şûna ku alîkarî bidin kesên ku ji ber êrîş û zilma DAIŞê reviyane, li sînor qaşo konên berxwidanê vedikirin û alîkariyên ku bo koçberan dihatin kirin asê dikirin. Seranserî şevê jî li Sêweregê bi molotofan êrîşî lojmanên leşkerî dikirin.
Alîgirên PKKê xwepêşandanên sexte yên lehengiyê dikirin û îdîa dikirin ku ew dixwazin biçin Kobanê, lê leşkerên Tirk destûr nedane wan. Ji ber vê yekê jî bi kevir û molotofan êrîşî leşkerên Tirk yên ku alîkarî didan koçberên Sûriyeyê, dikirin. PKK’yî yên ku ev 30 sal in bi riyên derqanûnî dikevin Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê derdikevin heke ji dil û can li dijî DAIŞê bixwastina şer bikin, dê rihetî ji sînor derbas bûbûyana. Daxwaza PKK’yî yên ku dema DAIŞê dibînin baz didin ne şer kirine. Di lecên Mafyayan de pirî caran rastî tên dibêjin “min negrin dê nebaş bibe.” slogan û kirinên PKKyiyan jî dişibe vê.
Her çiqas PKK û YPG di çapemeniya Rojavayî de piştgiriyeke mezin hildin jî, Kurdên herêmê piştgirî nadin wan. Gelê Kurd yê ku piranî oldar e, ne pêkane ku piştevaniyê bide rêxistineke Marksîst û Lenînîst. Lêbelê ne rast be jî PKK û YPG xwe wek nûnerê tek yê gelê Kurd nişan dide. Sala borî zordarî û zilma ku PYD li Rojavayê li gel kir divê neyê ji bîr kirin. Piraniya gelê Kurd ji ber zordestiya PYD reviyane û koçî Iraqa Bakur kirine. PYDê bi çapemeniya civakî îdîa dikir ku “li dijî wan vahşet tê kirin.” Lê şandeya bêalî ya ku çû herêmê di lêkolînên xwe de derxist holê ku ev gotin jî xelet e. Dema ku hemû van agahiyan didin ba hev û hildidin ber çavan, hewceye ku şîrovkerên Rojavayî û rîspiyên civakê li dijî propagandaya PKK û YPGê baldar bin.
Tirkiye bi şêwaza xwe ya demokratik, modern û laîk ve garantiya Rojava û gelê herêmê ye. Êş û keserên ku di paşerojê de hatin jiyîn û neheqiyên ku li Kurdan hatin kirin êdî li paş ma. Ji sepandinên antî demokratik ne bi tenê Kurd, oldar, Ermen, Elewî û gelek civatên din jî para xwe girtin û canê wan şewitî. Lêbelê Tirkiye ji paşerojê şîreta xwe hilda û niha Tirkiyeke nû heye. Niha Tirkiyeke ku bêtir demokratîk û azad, mafên mirovan bêtir diparêze tê avakirin. Yên ku dixwazin zêdegavî bi dawî bibe û teror ji holê rabe ne bi rêxistina teorê PKK û YPG’yê Marksîst û Lenînîst re, bi Tirkiyeya nû re tifaqê bikin. Tirkiyeya hêzdar û biîstîkrar dê him bibe mutefîkê Rojava him jî dê bibe parêzgerê Kurdan, Tirkmenan, Ereban û her ol û neteweyên li herêmê.