Şerê ku li Kobanê rû da, bû eger ku Amerîka û Awrûpa ji nû ve berê xwe bidin helwesta xwe ya li hember PKKê. Ji bo sazkirina stratejiyeke nû divê rewş bi awayekî rast bê nirxandin. Lê belê pêngavên ku Amerîka diavêje nîşana wê yeke ye ku bi şêweyekî di nav hin çewtiyan de ye.
Di têkoşîna li hember DAIŞê de du rastiyên esasî hene ku divê neyên ji bîr kirin.1- Dawî li zordrî û tundiya DAIŞê nayê li gel têkoşîna çekdarî. Berevajiyê vê yekê di her êrîşa hewayî de, bi her destêwerdaneke leşkeri DAIŞ zêdetir xwurt dibe û pêşdatir diçe.2-PKK jî rêxistineke terorî ye ku weke DAIŞê rêya tundûtûjıyê ji bo xwe hilbijartîye, tew ji DAIŞê zêdetir bûye sedemê mirina mirovan. Ango li Kobanê ji aliyekî de DAIŞ tundîtiyê bi kar tîne ji ber ku ji Quranê dûr hatiye ketin, li aliyê din jî rêxistineke wek PKKê ku terorê tekane rê dibîne ji bo xwe û yekcar jî erkên exlaqî bê par, bê dîn û bê îman bi tevahî li dijî mefhûmên malbat û exlaqê rawestî, şer dike. Li hember rêxistinekî terorî piştgiriya yekê din, stratejiyeke dûr e ji aqil û mentiq û wijdanê.
Weke gelek rêxistinên komunîst PKK jî baş zane teknîkên bangeşê çawa bi kar bîne. Derew û ajîtasyon ku du erkên bingehîn in ji taktîkên propogandayên Lenînîst, bingehê propogandaya PKKê bi xwe ne jî. Ew aliyên ku di bin bandora vê propogandayê de mane, nexasim jî rêxistinên nêzîkÎ PKKê yên îdeolojîk û çep, van demên dawî, di ragihandina dewletên Rojava de hewl didin PKKê wek artêşa qehremanên ku xaka xwe diparêze nîşan bidin. Lê PKK ne nûner û zêrevanê hemû Kurdan e ne jî qehremanê wan. PKK bi salan bi gerîllatîyê û bi metodên tirsonek û fêlbaziyê li dijî leşkerê Tirk şer kir. Lê li deştê ne ceribandina xwe heye. Ne jî wêrekiya xwe heye ku beramber grûban şer bike. Loma jî li hember DAIŞê li bejahîyê PKK tevgera herî dawî yê ku şer bimeşîne li Sûrî. Xulasa pêşnûma pêşî dema êrîş bi ser Kobanê de pêk hatin û ew, zar û zêç û kalemêr hemû li pey xwe hiştin û revîyan, ji rêvebirên PKKê Cemîl Bayık got şert û mercên erdnîgariya Kobanê ne li gorî me ye ku em karibin lê şer bikin. Ev daxuyaniya Bayik vê rastiyê piştrast dike.
Ew PKK ya ku ji Seddam zêdetir Kurd kuştiye ne nûnerê Kurdan e .
Pêzanîneke şaş ya Amerîka jî ew e ku PKK nûnerayetîya Kurdan dike. Jiber ku hêzeke bi tesîr ya propogandayê ya PKKê li derveyî welêt heye PKK dikare vê şaşîyê belav bike. Berevajî vê yekê, li gorî rewşa civakî û çandî ya Kurdan berî her tiştî qebûlkirina rêxistineke wek PKKê ne mimkun e. Kurd milletekî oldar in, têklatîyên wan ên malbatê qewî ne, bi kewneşopê xwe ve girêdayî ne, dilsoz û aştîperez in. Belê PKK rêxistineke li dijî hemû olan e, bê Xwedan e, dij malbatê ye û nirxên exlaqî pê re nîn in. Jiber vê yekê jî ne mimkun e ku Kurd bi dilê xwe PKKê qebûl bikin. Desthilata PKKê ya li ser gelê Kurd desthilateke ku bi rêya zilm û zorê pêk hatîye.
PKK navê xwe li salên 1980an bi terora li dijî Kurdan daye bihîstin ne bi ya li dijî Tirkan. Stratejîya wê ew bû ku pêşî li nav Kurdan tirsê belav bike û bi vê rêyê hêza xwe nîşan bide. Armanca wê ya yekemin tevger û rêxistinên siyasî yên Kurd bûn, yên ku dikaribûn jê re bibin alternatif û li dijê wê bûn. Piştî ku ew bi mêrkujîyên zalim ji holê rakir bi şûn de berê xwe da gelê Kurd yê sivîl û bi tevgerên xwe ew mesaj belav kir yanî ku "em li vir jî dewletê bi hêztir in û eger hûn ne li pişt me bin, em mafê jîyanê nadin we". Îro jî bi heman helwestê beşeke Kurdan di bin bandora xwe de digre. Ev hinek jî kêmînên PKKê ne ku negotîye jin ne gotîye zarok e û xelkê Kurd daye ber zilmê:
Li 20ê meha Tebaxa 1987an li Mêrdînê endamên PKKê yên ku girtin ser mala Şehmus Arikê ku welatîyekî Kurd bû, bi keleşkofan qirkirinekê pêk anîn, ku 2 jin û 3 zarokan kuştin. Hamza yê 4 mehî dema hate kuştin di dergûşê de raketî bû.
Terorîstên PKKê dema ku li 9ê Tîrmeha 1989an dor li gundê Kırım yê Diyarbekirê girtin, keçeke 3 salî jî kuştin.
Li 10ê Gulana 1988an li navçeya Nisêbîna Mardîn ê PKK 15 welatîyên sivîl yên Kurd kuştin ku 6 ji wan zarok bûn. Yek ji kuştîyan ya ku keçikeke pêçekê bû di dergûşê de hatibû kuştin.
Li 10ê Hezîrana 1990î PKK êrîş bir ser gundê Çevrimli yê Şernexê û 27 kesên sivîl kuştin. 11 ji wan kesan zarok bûn.
Li 19ê Tebaxa 1992yan, li navçeya Licê ya Diyarbekrê PKK êrîş kir ser xelkê sivîl, bi çekên makîneyî gulle reşandin ser pitikeke di nav pêçekê de.
Li 22ê Cotmeha 1993an, li Sêrtê PKKê 22 welatî kuştin û dîsa jin û zarokan ji xwe re kirin armanc. Di dorpêçkirinê de 13 zarok û 9 jin, yên ji xelkê sivîl bi şêweyekî xwînxwarî hatin qetilkirin.
Li 24ê Tîrmeha 1994an, li gundê Atabinen yê Wanê terorîstên PKKê dîsa jin û zarokan ji xwe re kiribûn armanc. PKK 6 jin di nav livînên wan de û 3 pitik jî di paşila diya wan de kuştin.
Wek ku tê dîtin, navûdengê Ocalanê rêberê PKK ku bi "kujerê pitikan" derketîye ne bêy sebeb e û jiber bûyerên ku di rastîyê de qewimîne peyda bûye. Ev tundûtûjiya ku me du-sê mînak jê nîşan dan, her ku çû bilindtir bû û bi alîkarîya rêxistina terorê ya Ergenekon ku bi şiklê dewleta kûr di salên 1980 û 90 an de li Tirkîye aktîf bû, PKK li ser Kurdan bû wek hêzeke bi rêya tundûtûjîyê desthilatdar.
Hejmara kesên jiyana xwe bidestê terora PKKê ji dest dane li Tirkiye ji 40 hezaran derbas bûye. Ji bilî leşker, polîs, mamoste û karmendên dewletê yên Tirk ku bûne şehîd, pirranîya van 40 hezar kesan Kurd in. Bi kurtayî, PKKya ku bi deh hezaran Kurd bi terorê kuşt, li herêmê, yek ji dijminên herî mezin ê Kurdan e. Gelê Kurd bi dilekî şewitî li benda wan rojan e ku bi temamî ji vê belaya PKKê bi filite.
Aliyê Tarî ya Terora Komunîst: Kuştinên Navxweyî
Xala hevpar ya herî xedar yê pêşengên hemû komunîst weke Lenîn, Stalîn, Mao, Pol Pot li hember muxalîfan ew e ku zaf bê însaf in. Dîroka welatên komunîst tije ye bi îşkenceyên li kuçe û kolanan li ber çavên xelqê, sûîkastên li hember sîyasîyan, bi deh hezaran kesên ku hatine qetilkirin, bi mîlyonan kesên ku nefîyê kampên hêsîran bûne, tenê ji ber ku ne bi heman hizrê bûn li gel pêşengên polîtburoyên van partîyan. Rabirdû ya Ocalan jî ku xwe weke Lenînê qirna 21an da dibîne, bi heman şêweyî tije ye bi rêça xwîna bi hezaran muxalifên ku tê de hevkarênwî yên destpêkê jî hebûn.
Di nav îfadeyên dadgehê de yên Ocalan bi xwe û hin rêvebirên PKKê û herweha di daxûyaniyên kesên ku ji rêxistinê dûr ketine de tê gotin, hejmara infaza kesên di nav PKK ê bi xwe de ji 15.000 ta 17.000 kesî ne. Ev kes hemû her yekê bi şêweyekî hatine kuştin. Hinek ji wan gulle berdane serê wan û wan xistine gorran, hinek jê li ber çavê malbatên wan gulle li wan hatine barandin, hinêk jê jî asîtê bi wan de rijandine heta ku mirine. Ji vê jî zîyatir ev şêwe kuştin di nav ragihandina nêzîkî PKKê de bi serbilindî weke "Ajan cezayê ku heq kiribûn wergirtin’’ hate belavkirin.
Aytekîn Yilmaz ku ji ber endametîya PKKê 10 salan di zindanê de ma, di kitêba xwe ya bi navê ‘’ Yoldaşını Öldürmek- Kuştina Rêhevalê Xwe’’ de dibêje hevalê di PKKê de piştî kuştin pêk dihat bi dilşahî govend digirtin.
‘’ Ji bo du bûyeran min dît ku govend girtin; yek jê di 1990 î de gava gerîlla bi ser qereqolekê de girtin û 20-30 leşkerî kuştin. Ji min ev yek weke karesatekê bû. Ya duwem jî , dema ku rêhevalên xwe kuştin.’’
Hin ji van kuştinên bê rehm ev in:
"Yek ji avakarên PKK Hakî Karer ku ji Ordûyê ye, car caran zêde derdiket pêş û ev yek Ocalan dilteng dikir. 18ê Gulana 1977an li Êntabê li qehwexaneyekê bi awayekî bi guman hate kuştin.
Berpirsê PKKê yê Awrûpa Çetîn Güngör, di kongreya rêxistinê de rexne li kiryarên rêvebiran girt. Bi hinceta ku ajan e, di 1984an de li Stockholmê hate kuştin.
Mehmet Çîmen, bernavkê wî Alî Riza, piştî ku 11 salan li girtîgeha Diyarbekrê ma di dema 11ê Îlonê de, demek bi şûnde li Almanya li gel rêvebirên rêxistinê hizr û bîra wan ji hev dûr ket. Gazî kirinê ku here Sûrî. Li wirê rêxistin biryar da û di nav kuveta serşokê de asît pê de rijandin û ew kuştin.
Yek ji navên avakarê rêxistinê û berpirsê wê yê Erzingan û Dêrsimê Yildirim Merkît, navê wî bi ajantiyê û hevkarîyê derxistin. Li Romanya bi êrîşeke gullebaranî hate kuştin.
Faysal Dumlayıcı, bernavk Kanî Yilmaz, ku di avakirina PKKê de cî girtîye, dema Ocalan hate girtin, tohmet lê hate kirin ku çima nekariye ji Ocalan re li Awrûpa cî peyda bike. Di 10ê Sibata 2006an de du ajanên PKKê bombe bi otomobîla wî ve teqandin.
Mehmet Şener ku heta bi pileya harîkarîya sekreterê gişti yê PKKê dihate nasîn, bi ajantîyê hate tometkirin û ji alîyê du çekbidestan ve hate kuştin. ( Mehmet Şener dergistîyê Sakîne Cansiz bû ku li Parîsê hatibû kuştin)
Yek ji endamên avakarên rêvebiriya PKKê Alî Ömürcan li Libnanê,hate kuştin di rapirsiyekê de ku ji alî Cemîl Bayik ve pêk hat.
Di kongreya sêyemîn ya PKKê de Halîl Kaya ku harîkarê sekreterê giştî yê pileya yekemîn bû bi talimata Ocalan hate gullebarankirin.
Weke van kesan 17.000 kes hate kuştin. Ev cûre kuştin zafê wan weke failmeçhûl man. Lê belê ew fail ne meçhul bûn, têra xwe eşkere bûn. Mesela di 1986an de li Almanya, di îdîanameya dozgerekî de hate eşkerekirin ku fermanê van înfazan ji hêla Ocalan ve hatine dayîn.
Îsmaîl Beşîkçî, navdar li nav çepê Tirk, ku 18 salên xwe li zindanê pûç kiriye, derbarê kuştina bi hezaran kesên li nav PKKê weha dinivîse:
"Di nav PKKê de bi sedan înfaz hene weke ya Mehmet Şener…Ew kesên ku keç û kurên wan di nav PKKê de bi destê hevalên xwe ve hatine kuştin, di nav bêdengiyeke kûr de lal û metel, destê xwe ji jîyanê vekişandine. Derî û dergehekî ku ev malbat xwe bispêrinê tuneye…PKK, li ser navê rêxistinên xwe, di nivîsên xwe de, di axaftinên xwe de gotina ‘’ demokratîk’’ gelekî bi kar tîne. Li gel bikaranîna vê peyva demokratik, dixwaze li ser xwe hizra demokratîkbûnê pêk bîne. Bi peyva” netewa demokratik”,” welatê demokratik” “xweseriya demokratik” û hwd.hûn nikarin bibin demokrat. Tenê yek pîvana demokratbûnê heye, ew jî azadiya xweîfadekirinê ye. Bêyî azadiya xweîfadekirinê hûn ne dibin demokrat ne jî demokratik.’’
Weke tê dîtin endamên PKKê hinde bêexlaq in ku heta hevalên xwe bi xwe jî karin bikujin. Û rêxistineke xwedî zihniyeteke bi vî rengî bi tu awayî niakre sîstemekê saz bike ku ‘’demokratîk’’ be an ‘’ ekolojîk’’ be, an jî ’’ qedr bide jinan’’. Sîstema ku PKK ava bike ancax dikare weke sîstema Koreya Bakûr be ku bê rih û bê rihm û despot be.
PKK ne sîstemeke laîk e li herêmê ku dewletên rojava û Yekitîya Netewên Amerîka baweriya xwe pê bîne, rêxistineke terorîst ya komunîst e ku dinyayê di nav xwînê de bihêle:
Yek ji propogandayên herî zede ku van demên dawî tê kirin ew e ‘’ PKK, tekane sazkariya laîk û demokratîk e li herêmê ku dewletên rojava bikaribin baweriya xwe pê bînin.’’. Demokratîkbûn li alîyekê, heta niha li hember rexneya herî piçûk jî bersiva PKKê hertim kuştin bûye. Mînakên kuştinên navxweyî ku me li jorê vegot nîşaneya karaktera vê rêxistinê ye. Îddiaya‘’Laîktîya’’ PKKê jî bi tenê ji bo vê sebebê ye ku sempati û bala gelên dewletên rojava xwirt bibe berev PKKê ve. Bi vî awayî dixwazin nîşanî dewletên rojava bidin ku ‘’ Li Rojhilata Navîn li hemberî rêxistinên radîkal ên Îslamî, tenha hêza ku dişibe we em in.’’ . Vê yekê weke mesajekê didin. Lê bele PKK ne laîk e, dijminê oldarîyê ye. Ne tenê dijminê Îslamê, yê Xirîstiyanîyê û yê Mûsawîtîyê ye jî. Laîktî, azadîya bawerî û îbadetê dide gelan û şêweyê wê yê herî xweş û rast di Qur’anê de tarîfa wê heye. Qur’an dibêje her însan azad e bi dilê xwe, erkên dînê ku jê bawer dike pêk bîne. Li gor sîstema PKKê jî her kesek mecbûre li gor dogmaya Stalînîst, Lenînîst û Marksîst bijî.
Ocalan, kesek e ku dibêje: ‘’ Lenîn di 1900î de çi be, di sedsala 21ê de ez jî ew kes im ku sosyalîzmê temsil dike, şer dike bi sosyalîzma reel re, şer dike li hember emperyalîzmê û ku hewl dide sosyalîzma nû ava bike. Rêya ku ji bo rêxistina PKKê daye ber xwe jî ev e: ‘’ TEORÎYA MARKSÎZM Û LENÎNÎZMÊ DİVÊ GELEKÎ BAŞ TÊ BÊ GÎHÎŞTİN. Kadroyên sereke divê gelek caran serî li Marksîzmê bidin, ji bo bikaranîna wê ya praktîkê divê ev teori bibe xwîn û di rehên wan de bigere…’’
Hinek şîrovekar jî wiha bawer kirine ku PKK êdî dev ji îdeolojîya Marksîst, Lenînîst û Stalînîst berdaye; lê taktîka Lenîn a herî girîng ji bo yên wî dişopînin ev e ku ‘’ gavek bi pêş de, du gav bi paş de’’. PKK halê hazir jî vê taktîkê bi kar tîne. Di 13mîn salvegera avakirina PKKê de peyama Ocalan wiha ye:
‘’ ‘Ji bo yên ku dibêjin sosyalîzm hilweşiya û komunîzm herîfye’ bersiva herî baş ev e; komunîzma herî hêzdar jî ya herî rast jî û ya herî payebilind jî di nav PKKê de pêk hatiye.’’
Her çiqasî rêxistin sembola das û çakûçê ji ser ala xwe biribe jî ev yek wê rastîyê naguherîne ku PKK rêxistineke komunîst û terorî ye. Her ciwanê ku derdikeve serê çiyê berî ku hînî bikaranîna çekan bibe, bi dirêjahîya mehan destpêkê perwedahîya îdeolojîk ya Marksîst-Lenînîst werdigre. Rêçên vê perwerdahîyê dikare bi hêsani bê dîtin di nav axaftin û îdealên endamên rêxistinê de.
Eger ev yek neyê dîtin, bi bêyî hebûna ferasetekê, wê şaşîyên mezin bên kirin. PKK niha di nav helwesteke berjewendperest de ye û ji bo bikaribê ji dewletên rojavayî alîkarîyê werbigre dixwaze xwe li ber çavên wan şîrîn bike. Li cem hin dewletên rojava jî hin alî hene ku dixwazin PKKê ji bo berjewendîyên xwe wek navgînekê bi kar bînin. Lê divê hesabê wê yeke gelekî baş bê kirin ku dema gurûbeke komunîst ji bo armancekê weke ‘’ navgîn’’ bê bikaranîn wê buha û berdêla wê çi be. Îdeolojî û armanca wê çi dibe bila bibe dema we çek da destê gurûbekê ku şiddet û tundûtûjiyê bi ka rtîne, divê neyê ji bîrkirin ku herweha ev yek amadekarîya zemîneyekê ye jî ku ji serê bi xwe rojekê berê wan sîlehan bi her cihekî de vebe ku nedihate hêvîkirin. Çekên di destê PKKê de wê bike ku dewleteke Kurd ya Komunîst ava bibe û herweha bike ku ev dewlet gav bi gav hemû herêmê bide ber xwe. Di demeke wiha de ku hûn dixwazin li Asyayê Koreya Bakûr bê mecal bikin, li alîyê din jî li herêma herî hesas a dinyayê ku hun Koreyeke nû ya Bakûr ava bikin wê berdêla wê pirr giran be. Heke ji bo Rojhilata Navîn modelek pêwîst be, ya herî baş li gel rabirdûya xwe ya 90 salan û aramîya xwe û bi wijdanê xwe ve ku bê rawestan li ser rêya Yekîtîya Ewrûpa hewl daye Tirkîye bi xwe ye. Ne PKK ya ku berê bi deh hezaran xortên ciwan daye ser rêya mirinê.
PKK dev ji tundûtûjiyê bernedaye
Ew kesên ku baş bala xwe nadin rûdanên li Tirkîye diqewimin û yan jî bûyeran bi hukmê pêşîn dinirxînin, şaşîyeke wan heye ku ji wan weye PKK dest ji tunûtûjîyê berdaye. Rast e ku hikûmeta Tirkiye ji bo bi dawî anîna terorê pêvajoyeke çareserîyê birêve dibe. Belê ew pêzanîna ku PKK tundûtûjîyê rawestandiye rast nîne. Piştî destpêka pêvajoya çareserîyê jî kemînên PKK berdewam bûn. Tê zanîn ku heta Hezîrana sala 2013an, 154 kemîn vedane. Di nav van de: girtina rêyan, gullebarankirina karmendên ewlekarîyê yên ku xwestine rê vekin, şewitandina kargehan û makînên karî, êrîşbirina ser santralên hîdroelektrîkê, êrîşên ser qereqolan û seyarên polîsan, teqandina mayînan, şewitandina dibistanan, bi zorê komkirina pare, revandina karker, mamoste, dozger û leşkeran, hin ji wan kemînan in. Ji meha Hezîrana 2014an û pê ve hejmara van kiryaran bi şiklekî balkêş zêdetir bûye.
Di destpêka meha Cotmehê de jî di nav 2 rojan de PKK bizav kiriye ku hemû Tirkiye ji serî heta binî bişewitîne û xera bike. Di van serhildanên bi navê bûyerên 67ê Cotmehê de li nav 35 bajaran anarşî derketîye holê. 40 kes jîyana xwe ji dest dane. 2 karmendên ewlekarîyê şehîd bûne. 221 kesên sivîl, 139 karmendên ewlekarîyê birîndar bûne. 212 avahiyên dibistanan, 67 avahiyên ewlekarîyê, 25 avahiyên qaymaqamîyê 29 avahiyên partîyan, 780 avahiyên ku di nav de kireşên zarokan, naveda bexşkirina xwînê ya Kizilayê û avahiyên şaredarîyan jî hene, tev tevî hev 1113 bîna hatine şewitandin an jî wêrankirin. Di van kiryarîyên tundûtûjîyê de seyareyên taybetî, yên şaredarîyan, ambulans û seyareyên polîsan hatine şewitandin û bi temamî 1117 seyare hatine wêrankirin. Di rapora otopsîya xortên 17 salî de yên ku di van serhildanan de li nîvê kolanan ji alîyê PKKê ve hatine lînçkirin û kuştin, hâlete rihê hîlet û tûrebûna PKKê baş xuya dike. Li ser laşê van xortan gelek derbên kêrê, birînên gulleyan û perçiqandin hatîye tesbîtkirin. Yek ji van kesan ji qata sêyemîn hatîye avêtin, cesedê yekî hatîye şewitandin û qirika yekî hatîye jêkirin. Dema ewên ku rexne li ser DAÎŞê digrin ji ber ku qirika xelkê jêkirine li hember PKKya ku gêncên 17 salî pêşî kuştine, piştra ji qata sêyem avêtine, piştra ew şewitandine û piştra jî qirika wan jêkirine di ser guhê xwe re bavêjin, ev yek wijdana mirovan diêşîne. Lazime ewên ku dibêjin PKK dest ji tundûtûjîyê berdaye bizanibin ku ew xwe dikin şirîkê sûcên mirovkujîyê yên PKKê di paşerojê de. Yên ku piştevanî û parastina şandina çekan dikin ji PKKê re û li ser vê meselê zextê datînin ser Tirkiye pêwiste vê yekê bigrin ber çavên xwe: Eger El Qaîde li wilayetên Welatên Yekgirtî yên Amerîka li kolanan xwepêşandanan pêk bîne, wek mînak li New Yorkê avahiyan bişewitîne, li derûdor gulleyan bibarîne, polîsên Amerîkî bikuje bersiva Amerîka wê çi bûna? Çawa pirsa ''Ji bo çi tu alîkarîya El Qaîdeyê nakî?'' ya ji Amerîka bê pirsîn bê mentiq be, bi heman awayî pirsa ji Tirkiye ya ''Çima tu alîkarîyê bi PYD/PKK re nakî?'' ewqasî bê mentiq e. Tew 99% serjimara Kobanîyê (nêzî 192 hezar Kurdên Kobanîyê) niha li Tirkîyê ne. Hemû xelkê sivîl ji alî Tirkiye ve ji cihê şer hatine rizgarkirin. Birîndarên PYDê hêjta jî li nexweşxaneyên Tirkîyê têne dermankirin. Nexweşxaneya Dewletê ya Surucê (Pirsûsê) bi temamî di xizmeta wan birîndaran de ye ku ji Kobanîyê hatine. Ji destpêka bûyerên Kobanîyê heta niha Tirkiye bi sedan qamyonên alîkarîyê şandine. Tirkiye derfeta dermankirinê daye wan endamên rêxistina ku ji xwe re Tirkiye wek dijmin dibîne û berê gulleyên xwe dide Tirkiye û bi vê dilrehmî, dadperwerî û parêzerîya xwe Tirkiye ji hemû dinyayê re bûye mînak. Li şûna ku di vî warê de piştgirî û sipasîya Tirkiye bikin, bi mentiqeke dijî aqil zextdanîna ser Tirkiye rêgeyeke ne rast e.
PYD û PKK ji hev ne cihê ne
Mînakên tundûtûjîya PKK yên ku me heta niha behsa wan kir nîşan didin ka bê PYD dixwaze li Bakûrê Sûrî sîstemeke çawa damezirîne. Berevajî bizava yên ku dixwazin PKK û PYDê ji hev cûda bidin nasîn, PYD bi tevahî beşekî PKKê ye. Hevserokê PYDê Salih Muslim yek ji wan kesan e ku li ber destê Ocalan gihîştiye. Hemû kombûnên PYDê li jêrdestî wêneyê Ocalan pêk tên. Ew cihên li Bakûrê Sûrî ku bi gotina wan wek Akademî hatine damezirandin, li wan deran perwerdeya ku li jin û gêncan tê kirin ''Îdeolojîya Ocalan e''. Kesê ku sîyaseta navxweyî û derve ya PYDê datîne Ocalan bixwe ye.
PYD jî wek salên destpêkê yên PKKê rêkxistina xwe bi nehêlana Kurdên dijberîya wê dikirin, qewîtir kirîye. Piştgirên Barzanî û Kurdên ku wek wan nedifikirîn digirtin yan sirgûn dikirin yan jî dikuştin. Gulle dibarandin ser xelkê sivîl yên ku li dijî zexta PYDê xwenîşandanan dikirin. Ji ber desthilata PYDê li ser gelê oldar yê Kurdan hin ji xelkê hê ji mêj ve, berî ku metirsîya DAÎŞê dest pê bike dest ji erd û axa xwe berdabûn û xwe spartibûn Bakûrê Iraqê. Penaberên destpêkê yên ku ji Sûrî ber bi Tirkîye ve hatibûn ew Kurd bûn yên ku ji zulma PYDê revîya bûn. Zordestîya PYDê li dijî xelkê û dijberê wê di raporên HRW û Crisis Group de jî bi berfirehî cîh girtibûn. Kuştinên siyasî, mirovkujî û îşkence baş nîşan didin ka cîhana di xewna PYDê de çiqasî tijî xwîn û êş e.
Dawî:
Dema Amerîka stratejîya xwe ya li dijî DAÎŞê datîne ne mecbûr e ji du belayan yekê hilbijêre. Bi nêrîneke aqilane û rast mirov dikare hemû belayan bêy zirarê bide kesî ji holê rake. Ji alî leşkerî, siyasî û sosyolojîk ve ne mumkin e ku PKK bi DAÎŞê karibe. PKK bi îdeolojîya Marksîst Lenînîst Stalînîst dilive ku ev îdeolojî bi temamî dûrî nirxên herêmî ne. Bandora wê ya li ser herêmê ji ber zordestîya wê tê. Her çiqasî DAÎŞ ne li gorî Qur'anê be jî xweyî fikreke li gorî herêmê ye. Çareserîya herî bi tesîr li dijî vê jî îzahkirina çewtîya fikrî ya DAÎŞê ye ji gelên herêmê re, yanî îzahkirina rastîya Qur'anê ya berî wan xurafeyên ku li Îslamê hatibûne zêdekirin.
Dema plandanana nehêlana DAÎŞê
· Ku gel li hêvîya rêxistinên wek PKK/PYD yên Marksîst Lenînîst Stalînîst bihêlin,
· Ji asmanan bombebaranan bikin,
· Mirinê bi mirinên din ji holê rakin,
· Ji perçebûna Tirkîye re rê vedikin ku ew jî tîne wê raddeyê ku Rojhilata Navîn bi dehan salan dikeve nav tevlîhevîyekê.
Tevlîhevîyeke bi vî awayî ne tenê Rojhilata Navîn lê dikare hemû cîhanê têxe nav dest û pîyên xwe. Ne li Amerîka ne li Kanadayê û ne jî li erda Ewrupayê, li tu cihî haramî û tenahî namîne. Ji bo rêgiriya li ber metirsîyeke wiha,
· Divê li dij her cûre tundûtûjîyê helwest bê danîn,
· Divê li dijî wanastratejiyên bê rawestan ku dikarin rêxistinên terorî yên wek PKK an jî hevbeşên wê qewîtir bikin.
· Divê li dijî îdeolojîya DAÎŞê yekser dest bi têkoşîna fikrî bê kirin,
· Bi temamî dest ji çareserîyên çekdarî berdin,
· Ya herî girîng, divê ew cûre mirov peydakirin ku karibin têkoşîna bi vî awayî û herî bi tesîr pêk ve bînin.