Xwedê di Qur’anê de ji bo misilmanan wiha ferman daye: “ bibin yek, li dijî înkarê di refên îmanê de bi hev re bin, li dijî hevdu birehm û bi dilovanî tevbigerin, hevdu biparêzin û ji hevdu veqetîn û perçebûnê bi dûr bikevin.”
Ji ber ku di navbera welatên Misilman de yekîtî û bihevrebûn tune ye gelên mezlûm yên mislman jî bêparêzî dimînin. Jinên reben, zarok, jinepîr û kalemêrên ku li Filistînê, Keşmîrê, Moroyê û Tirkîstana Rojhilatê û li gelek cihên din dijîn, di nav zor û zehmetiyê de li benda rizgarkirinê ne. Berpirsyariya van însanên mezlûm beriya herkesê li ser milê Misilmana ne. Divê misilman gotina Pexemberê me (s.av.v) “ misilman li misilmana zordariyê nake û wan di nav xetereyê de nahêyle.” Di hişê xwe de dernexin.
Misilman, dema ku astengiyek ji bo yektiya wan derkeve divê li ser van pirsan bifikirin:
“ev mijar bi qasî ku zirar bide tifaqa îslamê girîng e?”
“mijareke ku li ser neyê li hev kirin e?”
“şûna ku li dijî fikrên Xwedênenas têkoşîn bê dayîn, bi civakeke misilman re mijûl bûn maqûl e?”
Herkesê ku li gor wîjdana xwe van pirsa binirxîne dê ji gengeşiyên bêdawî bi dûr bikeve û ji bo tifaqa misilmanan a li gor exleqa Qur’anê bixebite.
Di ayete de wiha tê keremkirin:
Benikê Xwedê bi awayekî sexlem bigrin. Belavnebin û Ji hevdu veneqetin. Nîmetên Xwedê yên li ser we bînin bîra xwe. Ka hûn dijminên hev bûn. Lê hûn bi nîmeta wî wek bira hişyar bûn. Dîsa dema ku hûn li kêleka çala êgir bûn, ew we ji wir rizgar kir. Tê hêvîkirin ku bigihîjin hîdayetê. Xwedê ayetên xwe ji we re wiha aşkere dike. (Al-i İmran Suresi, 103)
Xwedê ferman dike: dibêje belavnebin û ji hev cihê nebin. Nexwe perçebûn û belavbûn heram e. Yekbûn û bibiratî jiyan jî ferz e. Navbera du birayan çiqas nêzîk be, divê navbera hemû misilmanan jî Şîî, Vahabî, Caferî û Sunnî bi qasî wê nêzîk be. Xwedê vê ji me re ferman dike. Xwedê nimêjê ji me re ferman dike. Em jî bêkêmasî 5 wext nimêja xwe dikin înşellah. Xwedê rojiyê emir dike û em jî bêkêmasî 30 roj rojiya xwe digrin. Xwedê dibêje ji hev cihê nebin, heke em vê fermanê nebinin, Xwedê dê bersiva vê bide.
Misilman encax bira ne. Ji ber vê persgirêkên di nav birayên xwe de çareser bikin û ji Xwedê bitirs in;da ku bên parastin. (Hucurat Suresi, 10)
Misilman dê him li gor hişmendiya biratiyê tevbigerin him jî ji bo hezkirin û bihevrebûna hevdu bixebitin. Û dê aliyên xwe yên baş bibinin û biratiya xwe pêşve bibin.
Îtatê Xwedê û Resûlê wî bikin û bi hev nekevin, hûn ê ji hev veqetin û dê hêza we kêm bibe.Tebat bikin. Bê guman Xwedê li ba wan e. (Enfal Suresi, 46)
Xwedê fermaneke din jî dide: şer nekin û bi hev nekevin. Heke wisa bikin li dijî Darwinîzm û Materyalîzmê dê nikaribin têbikoşin. Di hezkirin, dilovanî û bexşînerê de tebat bikin.
Kesên ku înkar dikin xwediyê hevdu ne. Heke hûn alîkariya hevdu nekin û bi hev re dost nebin li cihanê dê berhevdanî û fesadî hebe. (Enfal Suresi, 73)
Yên ku wek Xwedênenasan, Darwinîstan, Materyalîstan û Siyonistên mason înkar dikin, tifaq datînin û bi vî awayî tevdigerin. Hevdu diparêzin û piştevaniyê didin hevdu. Heke Misilman jî vê nekin dê pirr şaş be. Xwedê dibêje heke hûn bi hev re tevnegerin dê li dinyayê tevlîhevî û fesadî derkeve. Waye hûn rewşa alema Îslamê ya li Filistîn, Efxanîstan û Pakîstanê dibinin, misilmanên li wie çîleyeke mezin dikişinin. Ne bitenê alema Îslamê hemû kes rihetsiz in. qeyrana aboriyê, beleya terorê û tevlîhevî heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê misilman pişltevanî bidin hev û din av xwe de biratiyê ava bikin.
Xwedê ji bo ku misilman zû bigihîjin serkeftinê riya herî kurt nîşanê wan daye. Misilman dema ku li rastî zilm û neheqtiyê hatin, dê bibin yek û li dijî vê zilmê bi fikir û îlîmê ve têbikoşin. Ji xeynî riya ku xwedê nişan daye gerîna riyeke din ne li gor maniqê ye. Ji bo misilmanan riya tekane riya Qur’anê, pêxemberê û riya bihevrebûnê ye.
Bêguman Xwedê ji ew kesên ku di riya xwe de bi hev re di heman safê de têdikoşin, hezdike. (Saff Suresi, 4)
Ne bi tenê di nav têkiliyên baş de divê Misilman li gor agahdarkirina Xwedê wek avahiyeke sexlem bi hev re girêdayî bibin. Şîî, Sunnî, Hanefî, Vahabî û Caferî dê tam bibin yek blok.
Heke bi kurtasî dubarekirin hewce be di van ayetan û Qur’anê de wiha tê gotin;
· Divê Misilman yek bin,
· Bi biratî, hezkirin û dilovaniyê ve girêdayî hev bin,
· Nîqaş nekin û bi hev nekevin,
· Dost û hevalên hev bin,
· Di her rewşê de hevu bigrin û alîkariya hevdu bikin,
· Bi hev re bişêwrin,
· Bi hev re li dijî înkarê têkoşîn dayîn ferz e.
Di rewşeke li dijî vê de jî, ango;
· Bi hev re bûn na jî, ji hev cihê bûn,,
· bêhezkirin û bêdilovanî bi misilmanan re hevaltî kirin,
· Ji bo birayên xwe yên misilman nekirina piştevanî û alîkariyê,
· Li dijî înkarê bi hev re nedana têkoşînê jî heram e.