Tirkiye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe!
Daxwaza me hemûyan ewe ku ev terora li başûrê-rojhîlat diqewime bi dawî bibe.
Di dawîhatina terorê re Tirkiye tenê ne li herêmê dê li ser axeke fireh roleke aktîf bilîze.
Tirkiye roj bi roj ber bi yekîtiya alema Tirk û îslamê ve diçe, yên ku dixwazin Tirkiyê dabeş bikin jî hene û ev ji we tevan jî malûm e. Ji ber planên weha şeytanî li ser dewleta me heye pêwîste em hemû ji her gavê şîyartir bin û bi yekdestî tevbigerin.Li hember nîqaşên vê dawiyê li ser xweserî û federasyonê tê kirin re pêşî de serokwezîr û piştre gelê Tirk hemû şîyar in.
Û birêz Erdogan jî çend caran aniye zimên ku dê ji felsefeya xwe ya ‘’Yek al,yek milet,yek welat,yek dewlet’’ê tawîzê nede.
Axaftina serokwezîr ya Sêrtê:Birayên min em yek milet in,yek milet. Bi tirkên xwe, bi kurdên xwe, bi erebên xwe, bi lazên xwe, bi çerkezên xwe, gurcuyên xwe, abazayên xwe û romanên xwe em yek milet in,yek milet.Ji yek miletî re çi divê; yek al divê. Evaye ala me, xwîna şehîdan e. remza azadiya me hîlala xwe û stêrk şehîdên me ne..Birayên min ya sêyem çi ye; yek welat e. Bi 780 hezar metrekare axa xwe ve yek va ye welat. Qeweta tu kesî têr nake ku vî welatî perçe bike.Em destûrê nadin tu kesî ku li ser vî welatî ameliyatê bikin.Emê li ser van esasan ber bi pêşerojê ve bimeşin.
Divê weke milet em hemû piştevaniyeke eşkere li vê bîreweriya serokwezîrê xwe xwedî derkevin. Herî xweş jî em dikarin vî awayî piştevanî lê bikin ku em di rewşa niha de sîstema eyaletê, xweserî û federasyonê qebûl nekin û em dij perçebûnê ne.
XETEREYA XWESERÎ Û SÎSTEMA FEDERASYONÊ Dİ VÊ DEMÊ DE Çİ YE?
Xweseriya di serê PKK de û federasyon ji bo mirovên me yên xoşevîst ên başûrê-rojhilat ne xelasî ye. Lewre li hember me rêxistineke tenê ji bo berjewendiyên îdeolojiya xwe tevdigere heye,ne ku ji bo zimên û azadiya xwe. PKK rexistineke materyalîst,darwînîst û komunîst e,ji berê de armanca wê Kurdistaneke Azad ya Komunîst e.
Bingehên îdeolojiya PKK ya Marksîzm-Lenînîzm e xwe wiha radigîne van gotinên Ocalan:
‘’PKK,li ser koka Marksîzm- Lenînîzmê şîn bûye. Ji îro pê ve PKK dê li ser vê mîrasê geş bibe.’’(Kürdistanda Halk Kahramanlığı,r.78)
Ji ber vê yekê heta ku PKK ji îdeolojiya xwe ye Markîsîst û komunîsti venegere sîstemeke xweserî an federatîf gelek xeternak e. Lewre sîstemên bi vî awayî rê li ber îktîdara rêxistinên wiha vedikin û ew jî vê yekê gaveke mezin dibînin ji bo armancên xwe.Eşkereye ku xweseriyeke e ku haqê tayînkirina walî, dozger, hezên parastinê bide PKK dê ji bo Kurdistana Azad ya Komunîst bibe gava dawî. Ji bilî vê xweseriyekê bi vî awayî dê ji aliyê aboriyê ve jî tû xêrê nede Kurdan. Herêma ku erd û axa wê gellek e, xwe nagihîne derekê teng dimîne bi xweseriyê û sîstema komunîstî ve pêş de naçe û aboriya wê hemû dê ji bo leşkeriyê were veqetandin û ev yek dê gel feqîrtir bike.
Bi taybetî jî gelên herêmê dê dibin rêveberiyeke despotîk de bimînin. Û ne em ne jî gelê me yên ezîz ji vê yekê ne qayîl in. Ji bo rihetiya herêmê tişta divê guhertina fikriyata PKKê ye.Bi têkoşîneke fikrî, antîmateryalîst, antîdarwînîst, antîmarkîst û antîlenînîst û bi şêweyeke zanistî mirov dikare vê guherînê çêbike. Divê bersiveke ilmî, zanistî li hember propagandaya PKK’ya ku 30 salan şer dike bête dayîn. Û ji ciwanan re behsa bi zanyariy antîdarwînîst û antîmateryalîst bê kirin. Ew bêne hişyarkirin.
SÎSTEMA EYALETÊ YA Lİ GOR NÎJADAN TÊ VEQETANDİN DİVÊ QET NEBE,EV SEDEMA PERÇEBÛNÊ YE
Dabeşkirina welatekî li ser nîjadan têkirin, tê maneya perçebûna wî welatî. Li rojhilatê başûrê avakirina eyaleta Kurdan, li Behra Reş eyaleta Lazan û li başûr jî eyaleta Tirkan rasterast perçebûn bi xwe ye û ev yek nayê qebûlkirin.Sîstema eyaletê ji bo welatên ji hêla leşkerî û aborî ve pêşketî û xwedî dewlete xurt,axeke fireh re bo hêsantir were îdarekirin divê, lê belê ev dabeşkirin divê ne li ser nîjadê be. Axir,divê tu kes nebêje ku başûrê rojhilatê cihê Kurda ye û bila Kurd xwe bi xwe rêvebibin.Şûna vê divê li bakûr Kurd-Laz-Tirk tevlihev,li başûr Tirk-Kurd-Laz-Gurcu tevlihev,li rojava Tirk-Ereb-Kurd-Laz tevlihev,li başûrê rojhilat Kurd-Tirk-Laz-Ereb tevlihev bin,sîstem divê bi vî awayî be. Yanî divê tu herêm li ser esasê nîjadê neyê perçekirin.Li her herêmê her nîjad divê li ser esasê hemwelatiyê,evdayetiyê,biratiyê bê dîzaynkirin.
Divê neyê jibîrkirin ku gewrebûna Tirkiyê bi yekîti û pevrêtiyê ve girêdayî ye.Tirkiye hêviya gelê Tirk û Misilmana ye.Ji bo ku Tirkiye wekî pêşengekî rolê xwe bilîze pêwîste pergale xwe ya ûnîter biparêze û xwedî qewet be.Ji bo cîhaneke di nav Misilmanan de sînor nemabe,tişta ku pêwîste were kirin şûna parastina sîstema eyaletê, sîstema yekîtiya Îslamê ye ku ew piştevanî li mafê mirovan, biratiyê, wekheviyê, demokrasiyê, aştiyê, edaletê, hezkirin û azadiya eşkere dike.
GERMKİRİNA DİLÊ GELÊ BAŞÛRÊ ROJHİLAT GİRÎNG E!
Her bihosteke axa welatê me weke zêr e,her miroveke li ser vê axê dijîn pîroz in,gelek biqîmet in.Birayên me yên Kurd xemla Tirkiyê ne.Gelê Kurd dildarên Îslamê ne,exlaqxweş in,fedakar in û maneviyata wan xurt e.Telînkirina zilm û zordarî û îşkenceyên berê li Kurdan dihate kirin. Pêwîste em bi gelê Kurd re bibin yek,xem û keserên rabirdû bi hezkirinê û merhametê bidine jibîrkirin, yekitiya xwe û ya wan bidin hîskirin,birînên xwe bi hevre bipêçin. Polîtîkaya hikumetê ya mîlî li ser vî esasî ye.
Axaftina serokwezîr Erdogan a Edremîtê:Me her bajareke Tirkiyê di nav 780 hezar kilometrekarê de weke yek perçe dît. Me got yek milet. Bi Tirkên xwe,Kurdên xwe,Lazên xwe,Gurcuyên xwe,Arnavudên xwe,Boşnakên xwe Çerkezên xwe,Romanên xwe,her çi were bîra we, me yek dît. Çimkî ji bo evdên Xwedê hez dikin. Ji hezkirina Xwedê me ferq nexist nava tu kesî de û me ji bo Xwedê ji wan hezkir.
Axaftina Erdogan ya Sêrtê: Birano, em ne ji bo menfaatê, ji bo qewm û miletê xwe ji hev hezbikin,em ji bo Xwedê ji hev hez bikin.Ji bo Xwedê...Ne ji bo meqam û kûrsiyan,ji bo Xwedê em ji hev hezbikin.
Dest bi dest de,dil bi dil re,weke birayan em di pêşerojê de bimeşin.Rebbê min alîgirê we be,rêya me vekirî be.
Çareseriya terorê; yekîtiya miletê me, hezkirina wan, tirsa ji Xwedê,teslîmbûna Xwedê,girêdana Quranê,parastina pergala dewletê ya yekmiletî(ûnîter) û bi avakirina yekîtiya Îslamê mimkûn e.