Îttîhad ango yekbûn ji bo Misilmana fermana Xwedê ye û ferz e. Ustad Bedîuzzaman li ser girîngiya yekbûna Misilmana wiha gotiye: “wezîfeya herî girîng ya vê heyamê Îttîhad-i Îslam e.” Rewşa niha ya ku Misilman di nav de dijîn, bûyerên ku li Iraq, Filistîn, Efxanîstan û hin deverên din pêk tên, nîşanê me didin ku perçebûna Misilmanan çiqas encamên xirap derdixe holê. Ji ber vê yekê jî li dijî hemû bûyerên vî rengî divê Misilman him ji bo alema Îslamê him jî ji bo gelên mezlûm yên din yekbin û bi hev re têbikoşin. Ji ber vê çendê divê Misilman ji bo yekbûnê hewl bidin û bixebitin.
Lêbelê divê Misilman dema ku van xebatan dimêşînin li gor rê û rêbazên Xwedê û Pêxemberê me bimêşînin. Kesên ku ji xeynî riya Xwedê riyeke din diceribînin û li gor mantiqa xwe tevdigerin, bila bizanibin ku tu carî nagihîjin armanca xwe û bi ser nakev in. Piştgirî û rehmeta Xwedê li ser kesên ku di riya Xwedê û riya Pêxember de dimêşin e.
Xwedê bi seranserê dîrokê her qewm digel serok û rêveberê xwe afirandî ye. Ango Xwedê ji bo her qewmekê rêveberek şandî ye. Hz. Nûh (as), Hz. Îbrahîm (as), Hz. Mûsa (as), Hz. Yusuf (as), Hz. Îsa (as) û Hz. Muhammed (sav) wek qasîdê Xwedê rêveberiya civaka xwe kirine. Di heyama Hz. Talût û Hz. Zulkarneyan de jî her tim serokê Misilmanan bû ye. Piştî Pêxemberê me heta demeke nêzîk jî tu carî Misilman bêserok neman e. Di heyama niha de serokekî manewî yê Misilmanan nîn e. Ev jî alemeta hetina Hz. Mehdî nişan dide. Xwedê piştî heyama bêserokiyê, wek mizginî Mehdî (a.s) dê ji Misilmanan re bişîne. Alema Îslamê nêzî sedsalek û nîv e ku bêserok e. Lêbelê civaka Îslamê di vê sedslê de wek pêdîviyeke qederê dê di bin serokatiya Mehdî de bicive.
Ji ber vê yekê jî ew kesên ku wek fermana Xwedê Îttîhada-i Îslamê û yekbûna Misilmanan dixwazin, bila bizanibin ku ev yekbûn bi tenê di bin serokatiya Mehdî (a.s) de pêkan e. Alema Îslamê bi coş û daxwazeke mezin ve dikare bi tenê di bin banê neviyê Pêxemberê me de bicive. Lewre vê riyê Xwedê bi qasîdiya Pêxemberê me wek riyeke heq û rast nîşanê Misilmanan daye.
Kesên ku dibêjin “alema Îslamê divê yek bibe” , lêbelê navê Hz. Mehdî bibîrneynin û qala wî nekin dê bikevin nav xeletiyeke mezin. Yek jî ev şêwaz li dijî mantiqa Qur’an, Sinnet û eqlê ye.
Li gor mantiqa van însanan heke serokek nîn be, Misilman dê çawa û di bin serokatiya kî de bicive nediyar e. Pîvana vê yekbûnê jî nediyar e. Lewre divê ev kes heke li gor Qur’an û sunetê tevbigerin, dê bizanibin ku hewcedarî ji bo serokekî civaka Îslamê heye û ev jî diyar e. Lê ev kes heke bibêjin ku alema Îslamê bêserok bibe yek, wê çaxê dê derkeve holê ku ew kes ji dil û can Îttîhad-i Îslamê naxwaz in.
Serokê Katolîkan Papa ye û serokê Ortodoksan jî Patrîk e û ev jî tiştekî normal e. Lêbelê çima hebûna serokekî mîlyonek û nîv alema Îslamê nenormal e. Ew kesên ku hebûna serokê olên din normal a Îslamê neasayî dibînin dixwazin ku perçebûna alema Îslamê bidome. Ew kes bi tenê di gotinên xwe de dibêjin civaka Îslamê yek be, lê xebatên xwe ji bo cihêbûna civaka Îslamê pêk tînin.
Lê heke Îttîhad-i Îslam hebe, teqez Hz. Mehdî (as) jî heye. Heke Hz. Mehdî (as) hebe, teqez dê alema Îslamê bibe yek. Xwedê bi navbeynkariya Pêxemberê me ragihandiye me ku di dema axirê de serokê Misilmanan dê Hz. Mehdî (as) be. Hz. Mehdî (as) kesê ku bi hilbijartinê bê serî nîn e, Ew kesê ku bibe sedema rizgarkirin û yekbûna alema Îslamê û fermana Xwedê ye. Pêxemberê me wiha kerem kiriye:” di axir zemanê de ji neslê min dê kesek bê, ew kes dê ji dinê zilm û neheqtiyê ji holê rake, dê Misilmanan bîne ba hev û ji bindestiyê rizgar bike.”
Xwedê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Misilmanan wek riyeke çareseriyê Hz. Mehdî (as) nişan daye. Heke Misilman vê riya ku Xwedê nîşanê wan daye nebinin û li gor mantiqa xwe tevbigerin bersiva Xwedê li dijî vê rewşê dê bitûnd be.
Bawermendên salih, divê xwe bispêrin riya ku Xwedê nîşanê wan daye û ji dil û can yekbûna Misilmanan a di bin rêveberiya Hz. Mehdî (as) de bixwazin. Divê neyê ji bîr kirin ku her çiqas jî hin kes nexwazin û li dijî vê bixebitin jî di dawiyê de dê daxwaza Xwedê bibe û di bin serokatiya Hz. Mehdî (as) de Îttîhad-i Îslam dê pêk were. Ev sedsal bi vesileya Hz. Mehdî (as) ve dê bibe sedsala ku exleqa Îslamê bûye hekimê hemû cihanê.