Ew leyîstika bi navê ‘’Mesela Kurd’’ li başûrê-rojhilatê Tirkiyê tê lîstin armanca wê eve ku pêşî de li başûrê-rojhilatê piştre jî li Tirkiyê û li hemû cîhanê avakirina komunîzmê ye.Bi zaneyî an nezanî,ew gotinên ‘’Em bi PKK re rûnin’’ ‘’Em xweseriyê bidine başûrê-rojhilatê’’ ‘’Em perçeyek ax bidine wan ma dê qiyametê rabe?’’ xizmetê ji armanca PKK re dike:Cîhaneke komunîst..
Gelek mirov ji rewşê ne haydar in.Ji dil bawer dikin ku PKK re lihevhatin,qanîkirina Ocalan an go devjêberdana perçeyek axê re dê terora PKK dawî bibe.Polîtîkayên xwespêrî yên weke ‘’Em hinek ax bidine we hûn jî ji me bigerin’’ dimeşînin.Nizanin ku bi vê polîtîkayan ev rêxistina komunîst dê xûrttir bibe û belayê li me bigerîne.
Dildarên cihêxwazan ji komunîstên berê ve pêk tên.Gelek ji wan jî weke ku ne li ser rêça komunîstî bin tevdigerin û naxwazin bal biçe ser wan.Lê di binî re weke parêzvanên ji dil propangaya komunîzmê kirin û hêj dikin.Daxwaza wan ya ‘’çareseriya herî baş devjêberdana axê ye’’ avayeke şeytanî û sîstematîk di nav gelê me de tê belavkirin û ev yek makul tê nîşandan.Gelê me ‘’Ji vê pêve tu çare nemaye’’ yê tê hîpnotîzekirin.
Li gor xwe dê bi vî awayî birayên me yên kurd û Tirkiyê hemû ber bi felaketê ve bikşînin.Vê leyîstika xwe ya xeternak bi zimaneke nerm li pişt maskeyên‘’em maxdûr in,em dipelçiqin,xelasiya me ev e’’ dilîzin.Dixwazin xeddarî û şîdeta komunîstî ya sedsala 20emin careke din bi xeddartir pêkbînin.
Ev rastî divê qet neyê jibîrkirin:Rêxistina cihêxwaz tenê ne ser esasê netweperweriya kurd hatiye avakirin.PKK,rêxistineke komunîst,darwînîs,stalînîst û lenînîst e û neteweperweriya kurd ji xwe re weke mertalekê bikartîne.
Ji ber vê yekê,
PKK divê bizane:
Em li başûrê-rojhilatê welatê xwe de rê nadin serhildaneke komunîstî û bihostek ax jî nadine PKKyê.Weke Mistefa Kemal Atatur amje pê kirî ‘’Komunîzm neyarê tirkan yê herî mezin e.Ji ber vê her li ku serî rake divê were perçiqandin’’emê jî bi ilmê xwe,fikrê xwe û zanîstiya xwe komunîzmê biperçiqînin û em nahêlin ev bela bikeve welatê me.
Yên dibêjin ‘’Em axê bidine wan da ku em ji wan xelasbibin’’ û rê li ber komunîstan vedikin jî divê baş bizanin:
Devjêberdana axê ji tirkiyê re aramî nayîne,dê rê li ber felaketê veke.Şehîdbûn ji bo miletê trik rûmet e,hewce bike emê bi mîlyonan şehîdên din jî bidin lê em bihostek axa xwe nadin tu kesî.
Devjêberdana bihostek axa vî welatî têkçûna şeref ,rûmet,hebûn,asalet û namûsa mileta tirk e.Ev yek qet nabe.Ev gotinên Ataturk hîmê têkoşîna me ye:
‘’Tişta girîng ewe ku miletê tirk bişeref û biheysîyet her bijî.Heysiyet û zîrekiya miletê tirk gelek mezin e.Mileteke wisa şûna êsîr bijî bila bimre çêtir e.Li ser vê yekê,yan felat yan mirin’’ (Kemal Atatürk)
Rêlibergirtina terorê re bilî têkoşîneke ilmî çi rê nîne
Terora komunîstî sîstemeke fikrî ye.Sîstema fikrî bi çek têknaçe û xebateke bêfêde ye.Heta ev sîstem têkneçeev îdeolojiya qirêj dê ji xwe re her û her aligirên nû bibîne.Têkbirina vê sîstemê jî bi rêya têkoşîna ilmî ye.Divê şaşitiya fikrê wan bête gotin,bi delîlan fikrên xweş û pêbawer û rast re kesên li hembêr bêne kanîkirin.Dema ji fikrên ku wan dixin terorîst fêm bikin ne mimkune ku careke din bibin terorîst.
Terora komunîstî ya li hemberê me xwedî fikrekê ye.Ya girîng ne kuştina ew kesên bi vê fikrê jarîketîne,ya girîng ewe ku ev sîstema fikrê wan were hilweşandin.Bîrdoziya komunîstî ji xwe radigire fikra Darwînî.Darwînî jî xapînoke,ew ku çi delîlên xwe yên zanistî jî nîne.Ji ber vê yekê ger darwînî bi delîlên zanistî were pûçkirin komunîstî jî dê nişka ve têk here.Dema komunîstî bikeve jî kaniya terorîstan dê biçikê.
Propaganda dij-darwînî ji komunîstan re xewnereşk e.Bi îzna Xwedê ev têkoşîna ilmî dê fikra komunîstî ji ser rûyê erdê rake.