PKK, rêxistineke terorî ya Marksîst û Lenînîst e. li Tirkiyeyê bûye sedema mirina zêdetirî 40 hezar însanan. Rêxistina terorê dev ji çalakiyên xwe yên tûndiyê bernade, leşker û polîsên Tirk şehîd dike. Bi hezaran Kurd ji aliyê PKK’yê ve hatine kuştin. Hîna jî ev kuştin dewam dikin. Ji ber vê jî îdîayên ku di çapemeniya Rojavayî de derdikevin û dibêjin; PKK Kurdan diparêz e û êdî dev ji terorê berdaye ne rast in.
Şaşiyeke din ya ku di çapemeniya Rojavayî de derdikeve, propagandaya PYD û PKK ji hev cuda ne, ye. Lêbelê PKK çi be PYD jî heman e. ji damezrîner û rêveberên wan bigrin heta armanc û mêjiyên wan hertişt wek hev in. Têkiliyên wan ne bi tenê îdeolîjîk e, di heman demê de maddî û organik e jî. Di hemû civînên PYD’yê de posterên Evdillah Ocalan li quncika herî baş tê daliqandin. Hevserokê PYD’yê Salih Muslîm û Evdillah Ocalan hevalê hevdu ne.
Li Sûriyeyê herêmên ku piranî lê Kurd dijîn, ji bo Evdillah Ocalanê ku xwe wek Lenînê sedsala 21’emîn dibîne, bûye laboratuvar. PYD’yê piştî hevkariya bi Esed re li bakurê Sûriyeyê rêveberiyek ava kir. Bi vê desthîlatdariya despot ve jî herî zêde zordarî û zordestî li Kurdan kiriye. Em ê vê mijarê bi hirgûliyên wê ve hildin dest, lêbelê em ê ewilî qonaxa damezrandina PYD’yê lêkolîn bikin.
PYD bi fermana Ocalan û piştgiriya Rejîma Baasê ve hat damezrandin
Rejîma Baasê ya Sûriyeyê her tim PKK û Evdillah Ocalan parastî ye. Di sala 1978’an de PKKê damezrandina xwe îlan kir û di sala 1979’an de jî Ocalan xwe spart Sûriyeyê. Tevî hamû hişyariyên Tirkiyeyê, rejîma Baasê ji bo hêztirbûna rêxistinê çi ji destê wê hat kir. Mîlîtanên ku li Tirkiyeyê bi dehan çalakiyên bixwîn kirin, li kampên Sûriyeyê gihîştin. Bêguman yek ji alîkarê Ocalan saloxgeriya rejîma Baasê El-Muhabarat bû.
Sûriyeyê di sala 1999’an de ji ber zordayîna Tirkiyeyê Evdillah Ocalan ji welêt derxist. Rêxistin jî sipart El-Muhabaratê. Hin PKK’yî jî derbasî Iraqa Bakur û Qendîlê bûn. Endamên ku li Sûriyeyê man jî rewşa wan ji aliyê rejîma Baasê hat organizekirin. Bi rêveberiya El-Muhabaratê ve bi naveke nû ve avaabûneke din hat damezrandin û endamên rêxistinê jî kirin bin kontrola wê. Wiha ev rêxistin jî weke ku Partiya Yekîtiya Demokratîk ango PYD tê zanîn e. Bi gotineke din ev rêxistin, rêxistina Evdillah Ocalan bi xwe ye.
Li gor qeydên fermî jî PYD di sala 2003’an de hat damezrandin. PYD’yê daxuyakirin ku wek serokê îdolojîk Ocalan dibin in, wek rêveberiya zagonî jî bi Kongreya Gel ya Kurdîstanê ve girêdayî ne. PYD pergala hevserokatiyê bi kar tîne. hevserokekî wê hevalê Ocalan Salih Muslîm e, hevseroka din jî Asya Evdillah a ku yek ji fermandara payebilind a PKK’yê ye. Salih Muslîm têkiliyên PYD û bi Ewropa û welatên din re dimêşîne û daxuyaniyan dide çapemeniyê. Asya Evdillah jî rêvebera rast a PYD’yê ye.
Tevî hemû van rastiyan PYD nikare bibêje ku ji xeynî aliyê îdeolojîk tu têkiliya me bi PKK’yê re tune ye. Delîleke din a berbiçav jî heye ku PYD derewkar derdixe: PYD tevgereka ku di bin banê KCK’yê de ye. KCK jî avabûneke li ser hemû avabûnên PKK yên li Ewropa û Rojhilata Navîn e.
KCK, PYD û PKK’yê di bin banê xwe de dicivîne û armanca wê jî damezrandina Kurdîstaneke Komunîst a serbixwe ye. KCK qaşo nûnerê rêveberiya wî welatê û desthîlatdariya rêxistinê ye. PKK û mil û komên din yên çekdar ên PKK’yê hemû di bin fermana KCK’yê de ne. Yek ji van milan jî PYD ye. Ji ber vê jî PYD ne bi tenê ji aliyê îdeolojîk ve, ji her aliyan ve bi PKK’yê re girêdayî ye. Ango di navbera her du rêxistianan de tu cudahî nîn e.
YPG ji PKK’yî yên ku li Qendîlê tên perwerdekirin pêk tê.
Gelek mîlîtanên ku bi eslê xwe Sûriyeyî ne, di refên PKK’yê de şer dikin. Ev kes beşdarî çalakiyên ku li Tirkiyeyê hatin kirin jî bûn. PYD û PKK wek du komên çekdar ketine nav hev. Mîlîtanên Sûriyeyî yên ku digel PKK’yê şer dikin bingeha hêza çekdar a PYD’yê pêk tîn in.
Navê koma çekdar ya PYD’yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Tê texmîn kirin ku hejmara çekdarên wê di navbera 5 û 10 hezaran de ye. Nêzî hemû çekdarên rêxistinê Li qendîlê perwerde dîtin e.
Rêvebirên çekdarên YPG’yê yên rast rêveberên PKK’yê ne. Çekdarên nû yên ku tevlî YPGê dibin, ewilî li Qendîlê perwerdeya îdeolojîk ya Marksîst û Leninîst dibînin. Piştî vê perwerdeyê jî derbasî perwerdeya çekdar dibin. Rêveberên PKKê yên li Qendîlê perwerdeya leşkerî didin wan. Herî dawî jî li Efrîn, Kobanê û Cezîrê li akademiyên leşkerî perwerde didome. Dema ku Kobanê ji aliyê DAIŞ ve hat dorpêçkirin di nav çekdarên YPGê de gelek serkirdeyên PKKê jî hebûn. Divê ev jî neye ji bîr kir in.
PYDê zordariyeke mezin li Kurdên li Sûriyeyê kir û kesên ku ne ji wan in, ji holê rakirin.
Gelê Kurd ji bo ku xwe ji zilma PYDê rizgar bike, xwe sipart welatên cîran. Ev rastî jî di çapemeniya Rojavayî de cih negirt. Bê guman yek ji zordariya PYDê tifaq danîna bi rejîma Esed re ye. Lewre ev tifaq bû sedema êşa Kurdên herêmê. PYD beriya û piştî ku bi Esed re tifaq dayne û li Bakurê Sûriyeyê serbixweneke demokaratîk îlan bike, li dijî dijber û oldarên Kurd şer kir.
Par nêzî 50 hezar Kurd ji ber zordariya PYDê reviyan û xwe sipartin Iraqa Bakur. Yek ji koma koçberên ku ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, Kurdên ku ji ber zilma PYDê ji Haseke hatin, e.
Crîsîs Group a ku yek ji saziyên navdar a ramanê ye, di rapora xwe ya dawî de eşkere kir ku PYD zordariyeke mezin li kesên bêguneh û oldar ên Kurd kiriye.
Yek ji rêxistina mafên mirovan Human Rîghts Watch di rapora xwe ya ku derbarê Bakurê Sûriyeyê de amade kir de derxist holê ku PYD bê sedem muxalîfan davêje girtîgehê û îşkence li wan dike.
Gelek muxalîfên Kurd ji aliyê YPGê ve hatine kuştin. Mînak, PYDê gule li gelê ku ji ber binçavkirina 3 endamên partiya alîgirê Barzanî çalaki dikir, reşandin. Bi balafirşikênan ve gule li gel hatiye reşandin û 10 kes hatine kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûne. Digel van kuştinên komî, gelek kesên Kurd ji aliyê PYDê ve ji malê xwe hatine birin û li kuçe û kolanan hatine kuştin.
Çawa ku koma çekdar a PKKê HPG li Tirkiyeyê xebatên terorî dike, koma çekdar a PYDê YPG jî li Bakurê Sûriyeyê heman xebatê dike.
Divê ev bê zanîn ku modela ku Ocalan “serbixwena demokratika konfederal” bi nav dike, di rastiyê de ji îdeolojiya Marksîst, Lenînîst û Stalînîst pêk tê. PYD’yê ku hin kes bi nezantî hin kes jî ji ber pilanên tarî piştgiriyê dide, bûye bela serê Kurdan. Ji avabûneke ku ji îdeolojiya Marksîst, Lenînîst û Stalînîst pêk tê, rêveberiyeke demokratik dernakeve, dê bi tenê dîktatoriya proletaryayê derkeve.
Encam
Wekî ku hat dîtin safsataya “PYD û PKK cuda ne” ne rast e. Dema ku êrîşek li cihekî tê kirin kesê ku dikuje, çavnêriyê dike û ajokariyê dike şirîkê heman sûcê ne û endamê heman rêxistinê ne. Ji ber vê yekê jî komên ku li gor Ocalan tevdigerin perçeyê heman rêxistinê ne û berpirsê sûcê mirovatiyê ne.
Armanca van hemû rêxistinên terorê ne parastina gelê mezlûm e. Hemû daxuyanî û xebatên ku li ser navê demokarasiyê tên kirin ji bo damezrandina rejimeke Marksist û girtina piştgiriya gel e. Têkoşîna ku li Kobanê tê dayîn ji bo dîktatoriya proleteryayê ye.
Ne wezîfeya terorîstên komunîste ku parastina gelê Kurd yê li herêmê û Kobanê bikin. Heke wezîfeyeke wisa hebe ev jî ya Tirkiyryê ye. Birayên me yên Kurd jî ji ber van komên zordest reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê. Merhemet û edaleta Tirkiyeyê ji bo gelên mezlûm yên li herêmê garantiyek e.