Dema ku rojnameyekê hildidin û li rûpelên nûçeyên derve mêzedikin, çi bala we dikişîne? Gelo hûn hîç difikirin ku çima nûçeyên êş, şer, pevçûn, mirin û xizantî ji dever û erdnîgariya Îslamê tên. Dinya êş û kesera ku li welatên Îslamê tê jiyîn normal dibine. Ev rewşa hanê we jî şaş û metel nahêyle? Heke bixwazin li ser mîzansenekê bifikirin. Bifikirin ku êrîşeke xwekujiyê ku li Iraqê pêk tê û bi awayekî asayî tê dîtin, li Londonê pêk hat. Bifikirin ku li Iraqê di van êrîşan de her roj 30 û 40 kes dimirin, lê bûyera xeyalî ya li Londonê tu kes nemiriye. Roja ku li Londonê ev bûyera xeyalî pêk hat, em qebûl bikin ku li Afganîstan, Yemen, Somalî û Misrê bûyer hene û Misilman jiyana xwe ji dest dane. Li gor we êrîşa li Londonê an kesên ku li van welatên ku me hejmarta jiyana xwe ji dest dan herî zêde dê bal bikişîne? Hewl û xebata ku ji bo Londonê tê kirin û hewl û xebatên ku ji bo welatên din bo pêk nehatina mirinan tên kirin hîç wek hev dibin?
Kesên ku tiliyên Misilmanên ku li Guantanamo, Ebu Gureyb û Afganîstanê hatin kuştin wek “bibîranîn” birin welatên xwe… zêdetirî 110 hezar sivîlên ku ji aliyê rejîma Baasê hatin kuştin.. 6 milyon însanên ku wek penaber li Sûriyeyê dijîn… însanên ku dema li qadên Misrê nimêj dikirin hatin gulebarankirin…yên ku li Burmayê hatin şewitandin… li Tirkîstana Rojhilatê kesên ku bêsûç û bêguneh hatin dardakirin… bi kurtasî van bûyerên ku her roj wek tiştekî asayî li erdnîgariya Îslamê pêk tên, heke ji hezarî yekî van li welatên Rojavayî pêk bê gelo berteka dinyayê dê çi bûbûya? Tu yekî me jî naxwaze ku li Ewropa, Amerîka û li deverên din bûyerên dilsoj pêk werin û dilopek xwîn birije. Lêbelê em hemû jî bersiva pirsên li jor zanin. Rastiyeke dilsoj heye ku; piraniya dinyayê li hemberî zilm û zordariya ku li Misilmanan tên kirin bê deng e.
Kesên ku li erdnîgariya Îslamê jiyana xwe ji dest didin li Iraqê 100 mirî, li Sûriyeyê 70 mirî û li Misrê jî 500 mirî wek hejmar tê zanîn. Heke li Rojavayê bûyerek bê serê kesekî dinya dê bi navê wî kesî wî nasbike. Ji ber vê yekê jî divê li ser vê mijarê bifikirin.
Hin sedemên vê mijarê hene. Ya yekemin; pêşdaraziya Rojavayê ya ku ji dîroka wan der tê. Ya duyemîn; ji ber şer û pevçûnên ku di sedsala 20’emîn de li wir pêk hatin îdeolojiyeke nebaş di hişê wan de bi cih kir. Yek ji riya ku Misilman ji pirsgirêkên xwe xilas bibe ew e ku divê Rojava ev îdeolajiya xwe ya bipirsgirêk tev biterikîne. Lêbelê gotina: “li vê axan çiqas êş hebe sedema van hemûyan Rojava ye.” Jî ne rast e.
Divê Misilman heta dibêjin “Misilman çawa ketin vê rewşê” , bila bibêjin para me di vê rewşê de çi ye? Ev ji guhertina îdeolojiya Rojavayê girîngtir e. Lewre bêdengmayîna civakekê li hemberî êşa birayên xwe yên Misilman li gor bêdengmayîna kesên din zêdetir xirap e.
Heke em ji dil û can binêrin em ê bibînin ku ji pirsgirêkên alema Îslamê yên aborî û siyasî jî wêdetir pirsgirêkên din hene. Ev jî kêmasiya ruh û manewiyetê ye. Ji ber van kêmasiyan civaka Îslamê nikare astengiyên pêş xwe rake. Misilmanên ku piştî mirina Pêxemberê me ji Quranê hin bi hin bi dûr ketin, ruh û manewiyata xwe winda kirin. Ev valahiya ku bi dûr ketina Quranê pêk hat, bi nezantî û baxnaziyê tijî bû.
Ev nêrîna ku girîngiyê nade jinan, li ser paqijî û xweşdîtinê nasekine, tolerans û kalîteyê nizane zirareke mezin daye Misilmanan.
Ev nêrîn huner, zanist û xebatên baş ji jiyana Misilmanan derxistiye, şûna wan tiştên nebaş di jiyana Misilmanan de bi cih kiriye. Divê dema ku qala Misilmanan tê kirin, aqliselîm, kalite, modernîte bê bîra însanan. Lê di roja îro de modela ku qala Misilman tê gotin tê bîra însanan, berhema bi dûr ketina Quranê ye. Ji bo Misilmanan nizane, ji hunerê fam nake û alîgirê tundiyê ye tê gotin. Ev îmaja Misilmanan ji terikandina Quranê tê û dibe sedema paş mayîna Misilmanan.
Heke Misilman dixwazin ku rêz li wan bê girtin û piçûk neyên dîtin, divê li gor wê tevbigerin. Civaka Îslamê heta ku hewl dide sedemên êşa xwe nebîne, divê riya çareserkirina pirsgirêkên xwe bibîne û di demeke kurt de jî çareseriyê derbasî jiyanê bike. Ev jî bi xwendin û famkirina Quranê pêkane. Ji ber vê jî Misilman divê li gor Quranê tevbigere.
http://www.thejakartapost.com/news/2013/11/22/muslims-must-be-valued-they-deserve.html
http://burmatimes.net/muslims-must-be-valued-as-they-deserve/