Di kuçeyan de arbede,êrîşên li hemberî polîs û leşkeran, bi provakasyonan geşkirina tirsê û sipartina şoreşê hemû metodên Lenîn in ku komunîst bi zanîstî tevdigerînin. Ji komunîzmê re anarşî û teror bingeha hebûnê ye.Lenîn ji şopînerên xwe re wiha dibêje:
‘’Weke prensîp me qet teror rednekiriye û em nakin jî.Teror perçeyek ji şer e, di pevçûnekê de,li hember hêzên leşkerî kêrhatiye.’’ (Lenin Seçme Eserler, cilt 2, rûpel 29-30, İnter Yayınları) "Nereden Başlamalı?" (Mayıs 1901)
‘’Bêyî ku em şîdet û terorê red bikin, me hesabê tevlibûna girseyan kir û li ser metodên tevlibûna girseyan banga vê yekê kir’’ (Bütün alıntılar "Devrimci Maceracılık" makalesinden; Lenin Eserler, Alm. cilt 6, rûpel 178-188 bo tîrkiya wan binêrin. "Örgütlenme Üzerine", rûpel23-35 arası, Sır Yayınları)
Lenîn ji şopînerên xwe re wiha nîşan dide ka dê êrîşan bidine ku û çawa bidin:
‘’Kuştina polîs û leşker û karmendên dewletê,şewitandina avahiyên dewletê…Desteserkirina xezîneyên dewletê….Hêzên komunîst yên şoreşger divê weke hêzên têkneçûyî derkevin qada û bi kuştina mirovan,bombebarankirina avahiyan tirsekê bixin dilên gel de û rê li ber dîktatoriya komunîst vekin.’’ ("Vladimir Lenin, Teorik ve Pratik Terör Hakkında", marxist.org)
‘’Diyardeya ku em li ser disekinin têkoşîneke şeraneye û ev şer ji aliyê kes û komên biçûk ve tê meşandin.Têkoşîna çekdarî ji dû armancên xwe yên cûda pêk tê. Armanca pêşîn ewe ku ev têkoşîn sûîkastan bide ser polîs û leşker û kesan.Ya dûyemîn jî desteserkirina hikûmetê û kaniyên pera ne.’’ (Lenin – Gerilla Savaşı, 30 Eylül 1906, Proletari, Nr. 5)
Lenîn sosyal demokrat û hinek komûnîstên dij şîdetê disekinin kêm dibîne û dibêje ku ewan ji îdeolojiya komûnîzmê fêm nekiriye.
‘’Markîsî pişta xwe didine têkoşîna sinifê,ne aştiya cîvakê. Di rojên gengeşiya siyasî û aborî de têkoşîna sinifê rasterast ber bi şereke navxweyî ve rû dide.Di demeke wiha de Markîsî mecbûr in cihê xwe li ber şerê navxweyî bigrin.Sûcdarkirineke exlaqî ya şerê navxweyî ji aliyê Markîsan ve qet nayê qebûlkirin.Dema ku ez gotinên sosyal demokrat bi şanazî bi lêv dikin wek ‘’em ne anarşîst in,ne diz in,em ne bi wan re ne,şerê gêrîlatî qebûl nakin’’ dibihîsim ji xwe vê pirsê dikim:Gelo em camêr dizanin çi dibêjin an?’’ (Lenin – Gerilla Savaşı, 30 Eylül 1906, Proletari, Nr. 5)
Li gor îdeolojiya komunîzmê ne hewce ye girsêyên mezin bi terorê tevbigerin.Bi çend kesan û propagandeyeke baş girseyên mezin mobîlîze dibe.Lenîn vê yekê wisa tîne zimên:’’Li her bajarên mezin komên ji 25-75 kesan pêk tên avadibin û bi sedan karker tevlî wê dibin.Derhal divê dev ji propaganda vê were berdan,kom ava bibin û ev kom bi kêr,tabance û bombeyan were arestekirin û di perwereya leşkerî re derbas bibin.’’ (Lenin Eserler, Alm. cilt 9, rûpel 278-279. Bo tirkia wê "Partizan Savaşı", -rûpel 95-97. Yar Yayınları, 1977 İstanbul)
Ev mentalîyeke wisa ye ku hem gel radike ser pê hem jî şîdet û hovitiyê geş dike:
‘’Eger gel xwe bi xwe ranebe ser piyan em sernakevin.Spekûlator neyên terorkirin,fîşekek di serê wan de neyê teqandin em bisernakevin.’’ (V.İ. Lenin, Polnoye sobraniye soçineniy, Moskova, 1958-1966, cilt 35, s.311)
Dîtina şoreşxwazên sor ya cîhanê eve e. Xedarî,wehşet û anarşî perçeyek ji wan e.Cihê ku hişmendiyeke wisa desthilat be ne azadî,ne aştî,ne wekhevî,ne dostanî,ne hezkirin ne jî edalet dimîne.
Îdeolojiyên rihê mirovan nasnakin,wan weke robotan dibînin, nikare xêr û xweşî û rihetî pêşkêşî mirovan bikin. Pêwîst e gelê me hemû vê rêxistina komunîst nas bikin û li hember provaskasyon û daxwaza anarşiya wan şiyar bin.
Bi izna Xwedê miletê me bi maneviyata xwe,piştgiriya dewleta xwe û rihê xwe yê kûr ve rê nade ku çi şoreşeke komunîstî biqewime.
Ev sedsal ne sedsala leyistika deccaliyetê ye,ev sedsal sedsala hezkirinê ye,ew hezkirina Quranê ye.