Şêweya PKKê ya bê dîn û bê Xwedê, miletê Kurd dixe nav tengasiyê. Ji bo ku ew ji vê bifilitin, em ê xebatên aramanî bikin.
Başiya ku hezkirinê cara ewil derxistiye holê fedakarî ye. Ger navbeyna welatan de hezkirin çê be, dê aştî û aramiya rasteqîn bibe.
Bindest ti carî winda nakin, hevalbendên Xwedê dê bi serkevin. Dijminên Xwedê dê têk biçin.
Di cudahiyê de rehmet na, zulmet heye. Misilman dê bibin yek. Hemû ayetên Quranê ji bo yekîtî û bihevrebûnê ne.
Rîsaleyên Nûr berhemên dilrihetkirî ne. Kesê ku Rîsaleyên Nûr ji sêrî heta dawiyê bixwîne digîhêje. Nêrîna wî/wê rind dibe, bi çavekî xweş li cîhanê, li bûyeran, li mirovan dinêre.
Di zimanê hezkirinê de canzerî tune ye. Bi israrî aştî, bi israrî hezkirin. Heta dawiya emrê xwe dê aştî û hezkirinê biparêze. Ev yek ferz e.
Ji bo birayên me Kurd jî, bo me hemûyan jî, bo cîhanê jî cîhê rizgarbûnê Îtihadê Îslam e.
Di nava ramana PKKê de dilpakî, dilovanî, hezkirin tune ye, xofa Xwedê, hezkirina Xwedê tune ye, zanistî û huner tune ye. Tenê tundî û tirs heye.
Di Îtihadê Îslamê dehezkirin, dilovanî, dostanî, biratî qencî û bereket heye. Hembêzkirina hemû cîhanê, bo başiya hemû kesî xîretkirin heye.
Em ê Başûrê Rojhilatê jî wek Parîs, wek London bikin û em ê hêjatir jî bikin. Em ê bi destûra Xwedê vê lîstika qirêj xirabkin.
Mehdiyet ne proje ye. Rasteqîn e. Ne guncav e ku em Mehdiyetê ji qederê derxin, dê teqez bibe.
Xwedê dîrokê birêve dibe û di guherandina dîrokê de hin qûlên peywirdar hene. Ew qûlên nepenî di guherandina dîrokê de ji aliyê Xwedê tên îlhamkirin.
Wextê ku belayek hat serê mirovan, divê nebêje ku dijî min qewimiye, Di wê de teqez xêrek heye. Xwedê bo ku vegerîne xwe pêk tîne.
Xwedê bala me veke, bi xwe ve girêdanê û tenê Cenabê Wî hezkirinê nesîbke. Kêmasiya baweriyê gelekî xeter e, Xwedê bisitirîne.
Ger em hezkirina mirovan hêvî bikin, dibe şîrk. Divê em bi hezkirina Xwedê ve hez bikin.
Kurd, pîroz in, qedirbilind in, oldar in, kubar in. Kesên paqij in. Dema ku dibêjin Kurd, ez dizanim ku ez ê bi kesekî/a kubar re rûbirû bim.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.
Bila Amerîka radestî Xwedê be, bila perwerdeya Darwînperest-Madepereset rawestîne. Dema ku amerîka oldar bû gelekî zengîn bû, dema ku dest ji oldarîyê berda, feqîr bû.
Her misilman neteweperwerê Îslamê ye. Ez ne nijadperest im. Ji bo min Kurd, Laz, Çerkes hemû wekhev in. Mezintî bi teqwayê ve ye.
Ez bi çekan ve guherandina ramanan qebûl nakim. Ez di wê baweriyê me ku divê bi ramanê ve dijî PKKê têkoşîn were kirin.
Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.