Em ê Başûrê Rojhilatê jî wek Parîs, wek London bikin û em ê hêjatir jî bikin. Em ê bi destûra Xwedê vê lîstika qirêj xirabkin.
Mehdiyet ne proje ye. Rasteqîn e. Ne guncav e ku em Mehdiyetê ji qederê derxin, dê teqez bibe.
Xwedê dîrokê birêve dibe û di guherandina dîrokê de hin qûlên peywirdar hene. Ew qûlên nepenî di guherandina dîrokê de ji aliyê Xwedê tên îlhamkirin.
Wextê ku belayek hat serê mirovan, divê nebêje ku dijî min qewimiye, Di wê de teqez xêrek heye. Xwedê bo ku vegerîne xwe pêk tîne.
Xwedê bala me veke, bi xwe ve girêdanê û tenê Cenabê Wî hezkirinê nesîbke. Kêmasiya baweriyê gelekî xeter e, Xwedê bisitirîne.
Ger em hezkirina mirovan hêvî bikin, dibe şîrk. Divê em bi hezkirina Xwedê ve hez bikin.
Kurd, pîroz in, qedirbilind in, oldar in, kubar in. Kesên paqij in. Dema ku dibêjin Kurd, ez dizanim ku ez ê bi kesekî/a kubar re rûbirû bim.
Ez çima xwişk û birayên xwe Kurd hez dikim? Jiber ku exlaqê wan xweş e hez dikim. Ez ti kesî ji bo netewa wî hez nakim, ez bo teqwaya wan hez dikim.
Bila Amerîka radestî Xwedê be, bila perwerdeya Darwînperest-Madepereset rawestîne. Dema ku amerîka oldar bû gelekî zengîn bû, dema ku dest ji oldarîyê berda, feqîr bû.
Her misilman neteweperwerê Îslamê ye. Ez ne nijadperest im. Ji bo min Kurd, Laz, Çerkes hemû wekhev in. Mezintî bi teqwayê ve ye.
Ez bi çekan ve guherandina ramanan qebûl nakim. Ez di wê baweriyê me ku divê bi ramanê ve dijî PKKê têkoşîn were kirin.
Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.
Ger tu wek Ûsiv bî, dê Xwedê Zulêyxayê bişîne ba te. Nexwe li çolistanê gerînê ve nabe.
Em dijî çekan in, em dijî xwînê ne jî. Em dijî fîşengan in. Em bêhna xwînê, barûdê naxwazin. Bila hawirdor wek gulan bêhn vede.
Ger tu zordariyê fêrkî, ew ê jî zordariyê bike. Dilovaniyê, hişmendiyê, axavtinê, rêbazên qanîkirinê, delîlên zanistî fêr bike. Ji her tiştî zêdetir, hezkirina Xwedê, xofa Xwedê hîn bike.
Navê pergala ku bi raman û hezkirinê ve derketiye mehdiyet e. Navê pergala tund û tirsê jî decaliyet e.
Dera ku ol lê serbest be, bereket tê wî welatî. Dema ku li Tirkiyê ol serbest be, dê nûr û bereket were Tirkiyê.
Kesê zordariyê digere, zordariyê heq dike. Ger tu zordariyê, belayê, xwînê bidî pêş, bela yê te bixeniqîne. Ger tu bi hezkirinê ve nêz bibûya, dê hezkirin ê bihata.
Îslam heq e, li ser pêyan dimîne lê belê pergalên zordariyê her gav winda dibin. “Tişta batil windabûyî ye” ev gotina Xwedê ye.
Giyanê mirovan bo hêrsê jî bo hezkirinê jî guncav e. Bo girînê jî bo kenê jî guncav e. Divê şûna hefretê hezkirin were bijartin
Em ji bo oldariyê tî û birçî ne. Ol tê wateya xweşikiyê. Em bo dostanî, biratî, qencî û hezkirinê dijîn.