Ji bo ku Amerîkaya kûr dixwaze, kêrî hîç Misilmanekî nayê ku kujerîyê bike.
Gerî exlaqê Anadolê nefesihe. Hin kes dixwazin exlaqê xwe yî sivik têxe nav gelê Anadolê, divê destûrê nedin wan.
Li Behra Reş, li cîhên paqij ên Anadolê çêkirina otelên 5 stêrkî ne îşekî rast e. Divê ji tiştên zirarê bide giyanê Anadolê birevin.
Di heyama Pêxemberê me de mezheb tune bûn. Divê Misilman wek heyama Pêxemberê me bijîn, bo vê jî divê xwe li Quranê bigirin.
Sedema tarûbariya alema Îslamê, xurafe û jêdûrbûna Quranê ye. Paşverûtî bi xwe re tirsonekîyê jî tîne.
Ew hişmendiya paşverû ku ji hunerê ji kalîteyê ji estetîkê fem nake, tim dibe sadema xerabûn û kirêtiyê.
Divê teqez ew kesên ku şehîdê me Yasin Börü qetil kirine cezayê ku heq dikin bibînin. Ger berovajiyê wê bibe dê wijdan aciz bin.
Ew ên fedakarîya ji exlaqê bilind û ji ziraviyê tê nabînin dibin ehlê dojehê, yên dibînin jî dibin ehlê bihuştê.
Yên xweperest sedema jiyana zehmet nizanin. Çimkî xweperest in. Jiyana min wiha xweş, ji baweriya min a Xwedê tê.
Hinek mirov wan kesên xêrxwazîyê dikin wek nezan û dilsaf dizanin. Lê belê her yek xêr bi zanatî tê kirin.
Fedakarî teqez nayê berdan. Ger yê li hember vê yekê dilsafî dibîne ew biçûkiya wî/wê ye. Bi torinî fedakarî tê kirin.
Ew soza ku Xwedê daye Hz Brahîm dê pêk were. Hemû cîhan dê ji Xwedayê yek bawer bike.
Werin em birayên xwe li cîhê pevçûnan di otel û xanîyên herî baş bicîh bikin, lê teqez bê star nehêlin.
Bila demildest alîkariya wan birayên me li herêmê mala xwe terikandine bê kirin, bila yek jî bê xanî nemîne.
Divê teqez ronakên alema Îslamê were cem hev û vê texrîbata Îslama ortodoks çêkiriye ji holê rakin.
Ramana kuştina nezanan li nav dewleta kûr a cîhanê serdest e, Lê eger ev mirov werin perwerdekirin dê gelekî baş bin, kuştin ne çare ye.
Em bobelata ku paşverûtîyê çêkiriye, mirina mirovan li behran û her roj rijandina xwînê destevala temaşe nekin.
Werin em helwesta dijber a alema Îslamê bo Rojava, helwesta bêkêr a Rojava bo alema Îslamê ji holê rakin.
Divê em li hember Mûsewî û Îsewîyan û her cure ramanî mirovan gelekî dilovan bin.
Ger oldarên ronakbîr û nûjen li welatên Misilman xurt bin, li hember paşverûtîyê destê hukûmetan jî xurt dibe.
Divê li her deverê cîhanê Misilamanên nûjen û jidil li pêş çav bin. Misilmanên jidil bona ateîst û bêxwedêyan jî ewle ne