Fedakarî teqez nayê berdan. Ger yê li hember vê yekê dilsafî dibîne ew biçûkiya wî/wê ye. Bi torinî fedakarî tê kirin.
Ew soza ku Xwedê daye Hz Brahîm dê pêk were. Hemû cîhan dê ji Xwedayê yek bawer bike.
Werin em birayên xwe li cîhê pevçûnan di otel û xanîyên herî baş bicîh bikin, lê teqez bê star nehêlin.
Bila demildest alîkariya wan birayên me li herêmê mala xwe terikandine bê kirin, bila yek jî bê xanî nemîne.
Divê teqez ronakên alema Îslamê were cem hev û vê texrîbata Îslama ortodoks çêkiriye ji holê rakin.
Ramana kuştina nezanan li nav dewleta kûr a cîhanê serdest e, Lê eger ev mirov werin perwerdekirin dê gelekî baş bin, kuştin ne çare ye.
Em bobelata ku paşverûtîyê çêkiriye, mirina mirovan li behran û her roj rijandina xwînê destevala temaşe nekin.
Werin em helwesta dijber a alema Îslamê bo Rojava, helwesta bêkêr a Rojava bo alema Îslamê ji holê rakin.
Divê em li hember Mûsewî û Îsewîyan û her cure ramanî mirovan gelekî dilovan bin.
Ger oldarên ronakbîr û nûjen li welatên Misilman xurt bin, li hember paşverûtîyê destê hukûmetan jî xurt dibe.
Divê li her deverê cîhanê Misilamanên nûjen û jidil li pêş çav bin. Misilmanên jidil bona ateîst û bêxwedêyan jî ewle ne
Kî bikuje bila bikuje ez li dijî wê me. Kî bike bila bike ez li dijî zulmê me, Xwedê teqez heqê wê dide.
Ez hemû mirovan bona Xwedê hez dikim. Ji olekî ji netewekî nefretkirin tiştekî gelekî biçûkxistî û çirkîn e.
Gelek mirov ketine nav belaya heznekirinê. Ji kesî heznekirin belayek mezin e, ew jî cureyekî nexweşiyê ye.
Ya ku bihuştê dike bihuşt hezkirina Xwedê ye. Ger hezkirina Xwedê nebe, ti wateya koşk û xwarin û xweşikîyan tune ye..
Li her derê cîhanê pêwîstî bi Mehdî heye. Iraq, Qibris, Lîbya her der muhtacê hezkirinê ye. Ev yek bi Mehdîyet ve pêkan e.
Yekem çareserîya hemû pirsgirêkên cîhanê hînbûna hezkirinê ye. Her der çek û tûrên qûmê û têlên dirî ne. Çi evqas nayê parkirin?
Hezkirinê wek luks dibînin. Hebe jî nebe jî dibe bo wan. Dema hezkirin nebe, ne pêkan e ku mirov ewle bijî.
Ger hezkirin nebe dê cîhan bimire. Hezkirin ne tiştekî luks e. Hezkirin jêveneger e. Hezkirin nebe, şûna jîyanê perîşanî dibe.
Em bêhûde qala hezkirinê nakin. Hezkirin şerdê yekem ê jîyanê ye. Jiber ku hezkirin tune ye hemû cîhan evqas êş dikêşe.
Bi berjewendîyê ve hezkirin nabe. Hezkirin li ser fedakarî ye. Li Anadolê ev rihê fedakar baş tê dîtin.