Heta ku perwerdeya Darwînîst û materyalîst were kirin, li zanîngehan kes û komên tundparêz naqedin. Çareserî guherîna perwerdeyê ye.
Gelekî şaş e ku mirov hêvî bike li ODTUyê genc xwe bi xwe biparêzin. Divê teqez hêzên ewlehiyê xwendekaran biparizin.
Operasyona ku artêşa me li dijî PKKê kiriye, gelekî rast e û di cîh de bûye. Leşkerên me nûr in. Hemû jî zarokên Hz. Muhammed ên wek nûrê ne.
Xemila herî mezin a bihuştê hezkirin e. Xwedê neke ger li cîhekê hezkirin tune be, ew der dibe dojeh. Xwedê bihuşt bi hezkirinê xemilandiye.
Gelek alim tenê gilîkirinê dizanin. Rêya ku Xwedê nîşan dide, Pêxember dibêje ango Yekîtiya Îslamê û Mehdiyetê hîç venabêjin.
Ger perçebûn çêbe, avabûna Yekîtiya Îslamê nepêkan dibe. Jiber vê yekê em li Başûrê Rojhilat destûr nadin modelek komunîst wek Koreya Bakur.
Ger em perçebûnê qebûl bikin, em di bin zulma komunîst de binpêbûna birayên me Kurd ên ku çend salan hatin çewisandin jî qebûl dikin.
Li herêmê xeynî Yekîtiya Îslamê ti çare bo miletekî tune ye. Divê Barzanî jî vê talûkeyê baş bibîne û xwe bi Yekîtiya Îslamê bigre.
Ger huner û xweşikî dernekeve pêş, giyanê nefret û hêrsê belav dibe. Kalîteyek taybet a ruhê hunermendan heye. Dîvê bo civakê bibe mînak.
Hezkirin, huner, xweşikî nîmetên herî rind ên Xwedê ne. Ji nav jiyanê derxistina van nîmetan, welêt jî cîhanê jî reşerewş dike.
Çareseriya her cure tundiyê, perwerdeya hezkirinê ye. Hezkirin xala jiyanê ya cîhanê ye, ger hezkirin nebe, jiyan nabe.
Ger şîmaneya efûkirina kujerên Mehmetçîk hebe, dê bibe bobelatek mezin. Ew yek tê wateya serbestiya kuştinê, nayê qebûlkirin.
Yê ku biryara dewamkirin an nekirina pêvajoyê bide gel e. Tiştekî ku gel nexwaze teqez pêk nayê.
Pêxemberê me mirovekî gelekî qeşeng û şemildar bû. Ew xêzkirinên bi navê karîkatur ew kesên xêzkar bi xwe ne.
Gorî serdestiya nijadê tevgerîn bêexlaqî ye. Jiber ku li Rojhilata Navîn xebatên îmanê nin e, mirov xwe nijadperestiyê digirin. Ne pêkan e.
Ne mumkun e ku li Rojhilata Navîn pergalek gorî nijadê ava be. Nijadekî saf tune ye. Em hemû zarokên Hz. Adem in.
Her cureyê nijadperestiyê nebaş e. Kurd mirovên nola nûrê ne, em serfiraz in ku bibin rêveberê me. Ramana gorî nijadê perçebûn e.
Divê Kurd, Laz û Çerkes li her deverên Tirkîyê hebin. Ne rast e Kurd Kurdan birêve biherin. Dema Serokomarê me Kurd bû, em serbilind bûn.
Geşa Demîrtaş, qedirgirtina wî ya jinan baş e, di bin bandora PKKê de bûn mirov aciz dike. Ger sîya PKKê nebe, dê bibe pêşengekî mezin.
Îslama di Quranê de hêsan e. Ya dijwar ew pergala ku paşverû derdixin, û dûrê aqil û ne gorî olê ye.
Bêhna mirinê ji pergala paşverûyan tê. Muzîk, huner, xweşikî, hezkirin û şadî tune ye. Qedirgirtina jinan tune ye. Cîhan mîna dojehê dibe.