Her cureyê nijadperestiyê nebaş e. Kurd mirovên nola nûrê ne, em serfiraz in ku bibin rêveberê me. Ramana gorî nijadê perçebûn e.
Divê Kurd, Laz û Çerkes li her deverên Tirkîyê hebin. Ne rast e Kurd Kurdan birêve biherin. Dema Serokomarê me Kurd bû, em serbilind bûn.
Geşa Demîrtaş, qedirgirtina wî ya jinan baş e, di bin bandora PKKê de bûn mirov aciz dike. Ger sîya PKKê nebe, dê bibe pêşengekî mezin.
Îslama di Quranê de hêsan e. Ya dijwar ew pergala ku paşverû derdixin, û dûrê aqil û ne gorî olê ye.
Bêhna mirinê ji pergala paşverûyan tê. Muzîk, huner, xweşikî, hezkirin û şadî tune ye. Qedirgirtina jinan tune ye. Cîhan mîna dojehê dibe.
Ew kesên ku ji jinan re dibêjin kêmhebûnbi xwe kêmaqil in. Ewên paşverû heşa radibin olê hînê Xwedê dikin.
Ji ber ku çav û rûyê mirovekî dişibe Mehdî, ew nabe Mehdî. Mehdî ew kes e ku Yekîtiya Îslamê ava dike û Hz. Îsa li pey nimêj dike.
Dema ku em dibêjin dê Mehdî olê hêsan bike, tê wateya peyçûna helal û heramên Quranê, û rakirina hukmên di Quranê de tune ne.
Îdeala me Yekîtiya Îslamê heye. Hemû alema Îslamê bin azarê de ye. Ger Tirkîye jî perçe be, Yekîtiyê ava nabe. Gunehê wê stûyê her kesî ye.
Ji ber tunebûna hezkirinê, hema hema li her welatî her kes dixwaze jev perçe bin. Em dixwazin bi hezkirin nêz bin û bi hev re xweş bijîn.
Desthilatiya exlaqê Îslamê, xelasbûna paşverûtiyê û gihîştina mirovan a aramîyê ye. Hatina şadî û xweşikiyê ye bo cîhanê.
Şaşiya herî mezin a mirovan ev e ku cîhanê wek cîhê lîstik û şahiyê dibînin. Cîhan ne ji bo jîyînê, ji bo îmtîhanê hatiye çêkirin.
Dema ku Xwedê mirovan dişîne cîhanê, li hember şeytanên beşerî û cinî bêparastin naşîne. Agahiyên van di Quranê de ji me re dibêje.
Paşverû dostaniyê, hevaltiyê, muzîkê, hunerê wek pîvana kufrê dizanin û li dij disekinin. Esas bi pîvana Quranê tê sepandin.
Bawermend li cîhanê hemû nîmetan bi pîvana Quranê, bi mertalê Quranê ve dijî. Jiber ku yên paşverû vêya aqil nakin, pişta xwe pê de dikin.
Nîmet li cîhanê para bawermendan û ehlê kufrê ne, lê belê li axretê tenê para bawermendan e. Bawermend li cîhanê bi giyanê Quranê ve dijî.
Xwedê nabêje bibin dujminê jinan, dibêje jin emanetî we, hûn jî emanetî jinan in. Yên paşverû bi awayekî bêexlaq jinan mîna talûke dibînin.
Ew kesên ku êrîşî birayên me yên Surîyî dikin, ji Esad zêdetir bêexlaqî dikin. Bêperwerî ye ku mirov êrîşî kesên xwe spartine me bike.
Xwedê ferman dike û dibêje ku Îslamê bi hikmetê bi gotinên xweş ve vebêjin. Yên paşverû jî şêweyek mirovan aciz dike bikar tînin.
Ew kesê ku dizane Xwedê her tişt afirandiye, dizane ku di bin parastina Xwedê de ye û ji tiştekî jî natirse.
Êrîşa ku li HDPê hatiye kirin, bêexlaqî û zordarî ye. Li welatekî demokratîk tiştên wiha teqez nayên pejirandin.