Kurd ger li dû rêberekî oldar wek Barzanî biçin û li Iraq û Sûriyeyê dewletekê ava bikin dê tu kes ji vê rewşê aciz nebe. Tirkiye dabeş nabe
Em baş zanin ku li Tirkiyeyê berê çawa zilm li Kurdan hat kirin. Kurd şerm dikirin ku kurdbûna xwe bînin ziman. Ev zilm e.
Kurdbûn û Elewîbûn rûmet e. bi salan e bi awayekî bêexlaqî zordarî û zilm li Kurd û Elewiyan kirin.
Li herêmê teblîxkirina ol bi teasûbê nabe. Teasûb dê bibe sedema tevlîbûna ciwanan bo PKKê.
Komunîzm pergaleke hov a wisa ye ku wek makîne û heywan li mirovan dinêre, manewiyeta însên tune dike û jiyana mirov serobin dike.
Bo îmanê bawerdikin ku neyê xwendin û neyê lêkolînkirin. Dive bê xwendin û lêkolînkirin lê bersiv bê dayîn. Dê îmana tahkîkî bibe.
Hezkirin nîmeteke nûwaze ye. Mirov hemû jiyan û ciwaniya xwe ji bo hezkirinê dide. Hesteke pir xweş û xurt e.
Dewleta kûr a berê zilm li hemû aliyên civakê kir. Baweriya wê dewletê bi gel tune bû û her tim bintestiya gel wek pêdivî didît.
Bombebarandin dibe sedema mirina jin û zarokan. Divê Tirkiye tevlî vê serê qirêj nebe. Dive Tirkiye nebe berpirsê vê gunehê.
Tirkiye li herêmê dikare alîkariya cil û bergan, xwarin û malzemeyên tibbî ji bo sivîlan bike. Bombebarandin guneh e. Xwedê bersivê bide vê gunehê.
Qîrîn û nalîna di cenazeya şehîdan de dibe propagandaya PKKê. Dive tiştên ku PKKê şa dike neyên kirin.
PKKyî ji bo doza xwe fedakariyeke mezin dikin. Lê nîvê ciwanên me jî bi tenê ketine taya kar, xwendin, zewac û şahiyê.
Neheqî, bêedaletî û durûtî di axir zemanê de li hemû cihanê tarûbar dike. Xwedê nebaşiyê zelal nîşan dide ku qîmeta başiyê bê zanîn.
PKK agirekî gur dike ku dê wê jî bişewitîne. divê radestî tirkiyeyê bibin û ji belayê bifilitin.
Ocalan dixwaze li başûrê rojhilatê dewleteke komunîst ava bike û bibe serokê wê. Ew dixwaze bibe Stalînê sedsala îro. Ew aştiyê naxwaze.
Em yekîtiya Îslamê dixwazin. Tirkiye ji bo yekîtiya Îslamê mînakeke baş e. Kurd, Laz, Tirk û Gurcî tev bûne yek.
Em destûrê nadin ku Tirkiye perçe be. Lewre Tirkiye hêviya alema Îslamê ye. Emê tu carî destûrê nedin ku ev hêvî bişkê.
Heke Tirkiye wek Swîsreyê be û kesên li hemberî me rêz li dewletê bigre dê xweserîtî ne pirsgirêk be. Lê xetereya Stalînîst heye.
Rêxistineke çekdar a Marksîst, Lenînîst û Stalînîst ne xwedî têgeya aştî û aramiyê ye. Di vê avabûnê de her cureyê zordarî û zordestiyê heq e.
PKKî bona ku bigihîjin armanca xwe perwerdeyeke berfireh distînin. Xelet be jî îdealekê wan heye. Îdeala piraniya ciwanên me jî tune ye.
PKK di heyamên aştî û çareseriyê de bêtir xurtir dibe. Bêtir çek komdike û bêtir mîlîtan tevlî dibe.