Hewcedariya Tirkiyê bi aramiyê heye. Şûna ku bûyeran mezin bikin, ya baş ew e ku kesayetan aş bikin.
Divê bi dadê û qanûnan ve destê wan kesên ku li hember Tayyîp Xoce bi awayekî nedemokratîk dafikan daydinin were şikestin.
Dema ku êrîşek li ser partiyekî dibe, negirtina êrîşkeran ne tiştekî ji rêzê ye. Divê êrîşker demildest werin girtin.
Divê ew kesên ku êrîşan dibin ser HDPê û partiyên din demildest werin desteserkirin. Bila heya hilbijartinê, nûsîngehên partiyan ewle bin.
Li gelek deverên cîhanê bo tiştên gelekî beredayî pere tên serfkirin, ji pere xerckirina bo penaberan direvin, şermek mezin e.
Bila hemû cîhan dev ji bêrehmiya li hember penaberan berde. Cîhan erdekî mezin î fireh e, dikarin wan li cîhekî ewle niştecîh bikin.
Hêza ku dikare li dijî DAÎŞê bisekine Mehdîyet e. Ew bi xwe jî dibêjin heya ku Mehdî derkeve dê di vê rêyê de dewam bikin.
Piştî her şeva reş û tarî berbangek heye. Ew berbang dê bibe berbanga Misilamanan, dê bibe berbanga Îtîhadê Îslamê.
Ger li cîhanê dijwarî û tengasî nebin, îmtîhan nebe hîç wateya lêmayîna cîhanê namîne.
Yê ku xweşikiyê çê dike û derdixe holê jî Xwedê ye. Heta ku Xwedê need hezkirin, ti kes nikare hez bike.
Divê Xwedê bi awayekî coş, jidil û biryardar bê zikirkirin. Xwedê zikirê wiha ji me dixwaze. Di bîranîna Xwedê de tengsistî nabe.
Ew eziyeta ku PKK li gelê herêmê dike, manen hemû miletê me rûreş dike. Paşguhkirina vê ne rast e. Divê hemû tevdîrên dadî hildin.
Şûna ku ewqas pere bêhûde tê xerckirin, bila bînin deynê gelê rojhilatê, deynê kesên destteng bidinû alîkarê wan bin.
Ger li rojhilatê mirov nikaribin deynê xwe cêranê bidin, ew kesên ku wan kirine wî halî berpirsyar in.
Ti kes nikare li cîhê ku gel tê tirsandin û tê çewisandin, qala hilbijartinek dadmend û dirust bike.
Heyna ku li herêmê desthilatiya PKKê heye, hilbijartin kirin tê wê wateyê ku dibêjin ha herêm ji we re.
Malbata Barzanî bi eslê xwe seyîd in, ew bi xwe jî kesekî oldar e. Ger di tora wî de Cihûtî hebe jî ev yek ne tiştekî şermê ye.
Rexneyên dostan nîmet e. Noş e. Bihecîhek desthilatdaran a bîrdozî heye, ev yek bi saya xebatên me yên zanistî ava bû.
Helbet nabe ku berê xwe bidin kujeran û biaxivin. Lê belê dikarin rêyek maqûl û rasterast bibînin û têkiliyên me û Misirê baş bikin.
Ne dirust e ku têkiliya me û Misirê bi temamî qut be. Divê teqez rêyek were dîtin ku biratiya me û Misirê qewîtir be.
Misir, Lîbya, Sûrî, Iraq her dever tarûbar kirin. Tenê nekarîn Tirkiyê hilweşînin. Û em teqez nahêlin ku vê yekê pêk bînin.