Heta ku bersiva zanistî ya perwerdeya Darwînperest û madeperset neyê dayîn, heta ku rasteqîniyên baweriyê û mucîzeyên Quranê neyê dayî nifşên bi exlaq dernakevin
Dema ku xayîntî û bêbextî li yekî/ê were kirin, Xwedê wî kesî xurttir dike. Kesên ku bi xayîntî û bêbextiyê re rûbirû bimîne nakeve astengiyê. Xurttir dibe.
Şêweya PKKê ya bê dîn û bê Xwedê, miletê Kurd dixe nav tengasiyê. Ji bo ku ew ji vê bifilitin, em ê xebatên aramanî bikin.
Başiya ku hezkirinê cara ewil derxistiye holê fedakarî ye. Ger navbeyna welatan de hezkirin çê be, dê aştî û aramiya rasteqîn bibe.
Nebûna hezkirinê, mirinê tîne, êşê, azarê, bêbereketîyê, bêyomiyê tîne. Ti tiştekî din nayîne.
Ger tu wek Ûsiv bî, dê Xwedê Zulêyxayê bişîne ba te. Nexwe li çolistanê gerînê ve nabe.
Em dijî çekan in, em dijî xwînê ne jî. Em dijî fîşengan in. Em bêhna xwînê, barûdê naxwazin. Bila hawirdor wek gulan bêhn vede.
Ger tu zordariyê fêrkî, ew ê jî zordariyê bike. Dilovaniyê, hişmendiyê, axavtinê, rêbazên qanîkirinê, delîlên zanistî fêr bike. Ji her tiştî zêdetir, hezkirina Xwedê, xofa Xwedê hîn bike.
Navê pergala ku bi raman û hezkirinê ve derketiye mehdiyet e. Navê pergala tund û tirsê jî decaliyet e.
Dera ku ol lê serbest be, bereket tê wî welatî. Dema ku li Tirkiyê ol serbest be, dê nûr û bereket were Tirkiyê.
Kesê zordariyê digere, zordariyê heq dike. Ger tu zordariyê, belayê, xwînê bidî pêş, bela yê te bixeniqîne. Ger tu bi hezkirinê ve nêz bibûya, dê hezkirin ê bihata.
Îslam heq e, li ser pêyan dimîne lê belê pergalên zordariyê her gav winda dibin. “Tişta batil windabûyî ye” ev gotina Xwedê ye.
Giyanê mirovan bo hêrsê jî bo hezkirinê jî guncav e. Bo girînê jî bo kenê jî guncav e. Divê şûna hefretê hezkirin were bijartin.
Em ji bo oldariyê tî û birçî ne. Ol tê wateya xweşikiyê. Em bo dostanî, biratî, qencî û hezkirinê dijîn.
Şaşiya herî mezin a mirovan ev e ku cîhanê wek cîhê lîstik û şahiyê dibînin. Cîhan ne ji bo jîyînê, ji bo îmtîhanê hatiye çêkirin.
Dema ku Xwedê mirovan dişîne cîhanê, li hember şeytanên beşerî û cinî bêparastin naşîne. Agahiyên van di Quranê de ji me re dibêje.
Paşverû dostaniyê, hevaltiyê, muzîkê, hunerê wek pîvana kufrê dizanin û li dij disekinin. Esas bi pîvana Quranê tê sepandin.
Bawermend li cîhanê hemû nîmetan bi pîvana Quranê, bi mertalê Quranê ve dijî. Jiber ku yên paşverû vêya aqil nakin, pişta xwe pê de dikin.
Nîmet li cîhanê para bawermendan û ehlê kufrê ne, lê belê li axretê tenê para bawermendan e. Bawermend li cîhanê bi giyanê Quranê ve dijî.
Xwedê nabêje bibin dujminê jinan, dibêje jin emanetî we, hûn jî emanetî jinan in. Yên paşverû bi awayekî bêexlaq jinan mîna talûke dibînin.
Ew kesên ku êrîşî birayên me yên Surîyî dikin, ji Esad zêdetir bêexlaqî dikin. Bêperwerî ye ku mirov êrîşî kesên xwe spartine me bike.