Her xala dojehê xwedî hiş e. Wisa xwedî hiş e ku gunehê wê bi ti kesî nayê. Kevir, xwelî û gîha wek lebatên dojehê ne.
Dojeh hebûneke xwedî hiş e, hay ji hemû sûcên dojehîyan heye û dizane çawa ezîyetê bike.
Ji hev hezkirin û biratiya bawermendan gelekî munafiqan aciz dike. Ji ber ku munafiq xwe mezin û bilind dibîne, tim dixwaze tenê bimîne.
Munafiq tiştên baş bona ku xelq bibîne dike, ne ji bo xatirê Xwedê. Bona ku navê wan bê bihîstin, serkeftî bin dikin. Ne ji bo rizayê Xwedê.
Ew kîn û nefreta munafiqan dîsa li dij munafiqan îş dike. Munafiq bi kîn û nefreta xwe nexweş dikeve, lê belê bawermend xurt dibe.
Bila li Tirkiyê her kes gotina xwe serbest bêje, bila ji her nîmetên demokrasiyê tam hildin lê belê bila ti kes heqaret û çêran neke.
Munafiq havilperest e, li ku berjewendî hebe li wir e. Lê ew ruhê wan ê tarî nikare bandorek neyênî li bawermendan bike. Munafiq Misilmanan tînin kelecan û kêfê, dibin sedema xurtbûna wan, bona wê yekê, hebûna munafiqan bo misilmanan dibe nîmet jî.
Dema ku Misilman derbarê munafiqiyê de bi temamî hişyar bûn, dê hemû tengasiyên alema Îslamê xelas bin, firehî were.
Çawa ku bandora şeytan li ser kesên îmana wan xurt e tune ye, bandora munafiqan jî li ser Misilmanên hişyarçê nabe.
Cîhê ku li Suriyê, li Iraqê, li Efxanîstanê Misilman perîşan bin, dema me tune ye ku em bona kêfa xwe betlane bikin.
Gelek kesên paşverû nimêja sibê nakin, nimêjin xwe din jî dihêlin qezayê. Xwedê nimêj di wextê xwe de ferz kiriye.
Ger yên nebaş derbarê kesên baş de gotinên nebaş bikin, dibe nîşane ku ew kes di rêyek rast de ne.
Di nêrîna munafiqan de mirineke zenûn heye, li ser rûyê wan jî awirên hişk û bê ruh hene. Hewl didin ku bi vê ve misilmanan aciz bikin.
Aniha Şiî, Sunî û Wahabî bi awayekî ecêp hev dikujin û qir dikin, lê belê piştî demekê em ê fem bikin ku hemû xweşk û bira ne.
Di nêrîna bawermendan de nûr, xweşikî û hezkirin heye. Lê di çavên munafiqan de nefret û mirin heye.
Şaş axavtina munafiqan, mirûzê li ser rûyê wan û kirêtiya wan di Quranê de derbas dibe.
Munafiq xwe wek "durustker û tîmarker" nîşan dide. Fîtneyan derdixe û dij misilmanan dipeyive, lê disa jî xwe xêrxwaz dide xuyakirin.
Munafiq naxwaze ayetên Quranê, hukmên Xwedê bibihîse. Gelekî ji dengê Quranê aciz dibin.
Munafiq naxwazin Xwedê wek Yek û Tek bilêv bike. Dixwaze pergala şîrkê hebe. Gorî xwe yên xurt dike pût û xwe dispêre wan.
Em nabêjin bila zordestiyê li homoseksuelan bikin, lê em mejbûrê vegotina kirêtiya wî îşî ne. Dayîna keçmarî û kurmariya wan, xwîndayîna wan ne durust e.
Dema mirov sedeqe û zikatê dide bi hesabên biçûk ve nade, zêde zêde dide. Xwedê dibêje ji xeynî hewcedariya malê, yên din belav bikin.