Ger ruh û kesayetê munafiqî nebe, dê Misilman bêjin; " Ev çi hal e bira birayan dikuje, werin em bibin yek" û dê tundî jî biqede.
Tişta ku nahêle Misilman bibin yek, ne kufur e, qelsîya îmana hin Misilmanan û hebûna ruhê munafiqî ye.
Dewleta Osmanî hat û çû, em carek din Dewleta Osmanî navejînin. Em di çaxeke nûh de ne, em ê bi nezaketî, nûjenî û hezkirinê ve exlaqê Îslamê vebêjin.
Gelek welatên Misilman bi pereyên welatiyên xwe ve birayên xwe şehîd dixin, vî pereyî jî didin dewletên kûr ên cîhanê.
Wan çekên xwe yên di kewaran de mayî li Misilmanan direşînin û diqedînin, Çekên xwe nûh jî li ser xakên Misilmanan diceribînin.
Xwîna misilmanan diherike, di deryayan de gelek şehîdên Misilman hene, ew hê jî dibêjin "Decaliyet tune ye". Misilmanan pasîfîze dikin.
Eger li hember wan kesekî ku wê bengiyê hilde tune be jin teqez bengiya xwe pêşkêş nake. Gelek mirov hay ji wê bengiya kûr tune ne û wisa dijîn.
Divê em wek dewleteke paşverû na, wek dewleteke ku têde serdestiya nûjenî, hezkirin û dilovaniya Quranê heye bo cihanê bibin mînak.
Di cîhanê de gelek jin hene ku kesekî wan bengiya xwe jinanî lê nîşandin tune ne. Bona ku jin bengiya xwe jinanî nîşan bidin, kesên têgihiştî ku wan fem bikin lazim in.
Em bi her tiştên xwe ve, gav bi gav ji Xwedê bawer dikin. Yê ku ziman dide û me dide axavtin, yê ku nivîsê dide nivîsandin Xwedê ye.
Îslama paşverû û ew teşeya kevneperest zirarê dide welêt jî wan jî. Divê Tirkiye gelekî nûjen û kalîte be.
Xwedê ji axê, fêkiyên bênxweş, mîneralên kêrhatî ku baş hatine pakêtkirin afirandine. Kesên dibêjin tesaduf e, îftirayên çirkîn lê dikin.
Di rêya Xwedê de dînbûn bona bawermendan şeref e. Di dîrokê de hemû mirovên salih, pêxember û ewliya wek dîn hatine binavkirin.
Xwedê ji berê pêve mirovên ku bona bawermendan bibin mînak û rêber, wan têxin rêya rast afirandine. Di axîrzeman de dê Mehdî bibe serokê bawermendan.
Modela jinan a ku şer û pevçûnan hez dike, modela jinên kanc û bêteşe dixwazin. Dema ku jin kubar û nazik, tore û kalîte bin, zêdetir xweşik dibin.
Munafiq nizane şukur bike, nizane heqê xweşikiyê bide. Nizane spasiya Xwedê bike. Ji her tiştî gilîdar e û nankor e.
Tişta aniha herî zêde zirarê dide Îslamê munafiqî ye. Bedîyuzeman jî dizane ku yek ji wan fitneyên herî mezin ên axîrzeman munafiqî ye.
Her kî dibe bila bibe em li dij tundî, terorê û zordestiyê ne. Em her gav layengirê têkoşîna bi zanîn û îrfanê ne.
Em gorî baweriya xwe dizanin ku nêromêtî tiştekî gelekî kirêt û pîs e. Em vê baweriya xwe vedibêjin.
Divê bawermend li hember lîstikên şeytan bi awayekî xurt destekê bidin hev, divê hev biparêzin û li hev mezintiyê (welîtiyê) bikin.
Taybetiya bawermendan a mezintiyê divê tenê di mijara îmanê de tecelî bike. Divê şêwaza ku weswese dide an jî tiştên neyînî çê dike neyê bikaranîn.