Digel serê tivingê ji PKKê re tu tişt nayê eşkere kirin. Bi zanistê tê vegotin, bi felsefeyê tê vegotin. Şêwaza PKKê kuştine. Şêwaza misilmaniyê jî vejandine. Vejandin bi ilm ê, bi qaneh û telqînê pêk tê.
Di feraseta Îslama rast de azadî heye. Xumama li ser mê dê her sal herin. Dê perdeya li ser Ashab-î Kêf rabe. Kêliya Xweda, perdeyan ji ser me rakê dê şiyana dîtînên me qewî bibe. Dê hîn bêtîr qewî bibe.
Kurdistana Komunîst tê çi wateyê li herême? Dê wê demê bibe armanca Evrûpa û Amerîka. Dê tu tesîra wê tunebe. Kesê ku bi zordariyê olê disepîne paşverû ye.
Di hevgirtîbûn û bihevrebûnê de bedewî heye, hêz heye. Ji bo vê yeke jî Xweda dibêjî bibin yek û bihevre bin. Tu wisa difikirî ku dê kurdan bikin yek. Dê kurd bextewar bibin. Tiştekî wisa pêk nayê. Difikirin ku komkujiya mezin a kurd pêk bînin.
Tu tiştê te tuneye, hemû tiştê heyî yên Xwedê ne. Xweşikbûn jî, pêdanhezkirin jî, pêdanecibandin jî, hemû bi qudreta Xwedê pêk tên. Bedewiya bêdawî, Cenabê Xwedê bi xwe ye.
Îslam xweştirîn tişt e. Tiştê herî bi qelîte û herî rast e. Wateya Îslamê ev e. Îslam di bêhempabûn, aqilanebûn rastbûn her tiştî de heye.
Mirov tim tenê ne. kes ti kesî hez nake, bê heval in, bê dost in. Heçku evîn, hezkirin, rêzgirtin, qedirgirtin gelekî xweş e. Gelek însan qedrê hev nagrin, rêz nagrin, ev tiştekî tirsnak e.
Şertê Cenabê Xwedê çi ye? Dibêje li hember êşê berxwe bide. Bo êş û kederê sebirke. Ger xwe wek êşkêş nîşan bide û ti êşê nekşîne, ti encam dernakeve.
Ma tank û topên Hz. Ûsiv hebûn? Na. Bi hezaran xwendekarên wî hebûn? Na. Pere û pûlên wî hebûn? Tune bû. Çi hebû? Dilsozî hebû. Ew mehdîyê wê heyamê bû. Xwedê ew bi ser xist.
Em ê li Herêma Kurdan bihuştê bo kurdan avakin. Em ê Amedê, Mêrdînê, Sêrtê wek Parîs û Londonê bikin. Em ê bi zanist û dadmendiyê ve koka PKKê biqelînin. Li wir gefên PKKê namînin, em ê bi îzna Xwedê tirsa PKK nehêlin.
Bawermend ji bo Xwedê dijî û ji bo rizayê Xwedê jî dimrin. Ger mirov bo rizayê Xwedê nejî, jîyan wek cehnemê dibe. Her tişt bo rizayê Xwedê ye. Bihuşt jî bo rizayê Xwedê xweş e.
Abdullah Ocalan malbatê qebûl nake, olê qebûl nake, rêvebirineke komunîst dixwaze. Em nahêlin ku li Rojhilatê Tirkiyê Koreya Bakur a nû were damezrandin. Ger tiştekî wiha pêk were dê belavî her derê be û dê Tirkiye jî biçe.
Di Îslamê de dilsozî, sadaqat heye. Lê belê di siyasetê de tune ye. Di heyama mehdiyetê de ev yek ê bi temamî durist be. Dilsozî û sadaqat ê jî durist be. Ligel me qedr û qîmeta mirovan tê zanîn.
Hevalên gelê Kurd yên rast bawermend in. Em ji hemûyan hez dikin. Em teqez destûrê nadin çekên PKKê. Ti eleqeya birayên me Kurd bi PKKya bê Xwedê û mafya re tune ye.
PKK xwedîyê hişekî kuştinê ye. Ya ku em li hember disekinin ev yek e. Em ê gelê Kurd ji însafa PKKê re nehêlin.
Çawa ku ti kes nikare tikilî xwekirin û tevgera mêran be, ti kes nikare tikilî kinc û kenên jinan jî be. Xwişk û birayên me Kurd gelek gelek êş kişandin. Li wan xwedî derketin deynê stûyê me ye.
Heta ku bersiva zanistî ya perwerdeya Darwînperest û madeperset neyê dayîn, heta ku rasteqîniyên baweriyê û mucîzeyên Quranê neyê dayî nifşên bi exlaq dernakevin
Dema ku xayîntî û bêbextî li yekî/ê were kirin, Xwedê wî kesî xurttir dike. Kesên ku bi xayîntî û bêbextiyê re rûbirû bimîne nakeve astengiyê. Xurttir dibe.
Şêweya PKKê ya bê dîn û bê Xwedê, miletê Kurd dixe nav tengasiyê. Ji bo ku ew ji vê bifilitin, em ê xebatên aramanî bikin.
Başiya ku hezkirinê cara ewil derxistiye holê fedakarî ye. Ger navbeyna welatan de hezkirin çê be, dê aştî û aramiya rasteqîn bibe.
Çekên di destê DAÎŞê de ji Amerîka, Germanya û hwd ne. Rewşeke ku Tirkiye çekan bide DAÎŞê tune ye.