Başûrê Rojhilat welatê pêxember û ewlîyayan e, kesên ku bi nefret û hêrsê nêzî vê axê bibe bêexlaqîyê dike.
Kêrî ti kesî nayê ku şêweyên wek torosa spî ku helwesta dewleta kûr a berê tîne bîra mirov bikar bînin. Teqez divê tenezulê vê yekê nekin.
Xwedê bi awayekî bêhempa rindik e, qedera ku ew divê jî rindik e.
Îlaca tundî, reşekujî, anarşî û zêdegavîyê Mehdîyet e.
Xwedê dibêje ger hûn ji min hez bikin ez ê jî ji we hez bikim. Çi teklîfek xweşik çi nîmetek mezin e.
Tolhildana Xwedê ya ji nankoran, ji edalet, xweşikî û ji hişê mezin ê Xwedê ye.
Dojeh cîhê wan kesên ku li evîna Xwedê îxanet kirine ye. Bihuşt jî mekanê wan kesên ku bersîva eşqa Xwedê bi eşq didin e.
Bi bombekirinê ve aştî nayê Rojhilata Navîn. Divê Amerîka baş li pey Încîlê biçe. Di Încîlê de hezkirin heye, ne bombekirina mirovan.
Yê ku Xwedê hez dike, çîleyê jî qebûl dike. Ji çîleyê razî nebûn û tenê nîmet xwestin nabe. Cîhan cîhê çîle û perwerdeyê ye.
Ger Barzanî xurt be, doza serxwebûnê bike em ji vê yekê aciz nabin. Lê ger Amerîkaya kûr destê dirêjî Tirkiyê bike, em ê wî destî bişkînin.
Ya ku gel dixwaze, modelek oldar, mafên jinan diparêze, ronak û jidil e
Li herêmê qaşogiravî dadgehên PKKê hene gel didarêzin. Ne bi 500 parastvanan ve biçî herêmê, bi awayekî ewle jîyîna gel girîng e.
Divê CHP wê hişmendiya çepgirên berê, sar û ji nirxên gel dûr bi temamî biterikîne. Divê MHP jî rêçek nûjentir û xweşiktir bigeşîne.
Hin kesên xwedî hişmendiya dewleta kûr bo ku Başûrê Rojhilatê teslîmê PKKê bike her tiştî dikin. Gel destûrê nade vêya.
Kesayeta Demîrtaş durist e, lê belê li herêmê zordestî û tundiya PKKê belav bûne. Divê ji siya PKKê bifilite.
Divê herî kêm nîvê meclîsê bibe jin.
Ruhê mirov tim hezkirinê digere. Partiya ku jinan biparêze û qîmetê bide hezkirinê dê qezencke.
Xwedê Quran bo ku mirov tengasiyê bibîne danexistiye. Îslam ola hêsaniyê ye. ger olê wek dijwarî bibîne, bi exlaqê muşrîkan nêz dibe.
Xwedê bi Îslamê ve barê li ser milê mirovan rakiriye.
Dxwedê di Sûreta Nûr ayeta 55em de mizgîn dide ku dê bîne ola ku jê hez dike bike desthilat. Xwedê nahêle paşverûtî bibe desthilatê cîhanê.
Wisa dizanin ku ger ol dijwar be, rûmettir dibe. Wisa hedizanin ku ger ol hêsan be nabe ol. Nexwe Xwedê dibêje Îslam hêsan e.